21:43 25 Îlon 2017
Zindî
    Navçeya Sûrê

    Ji bo zarokên Sûrê wê psîkolog û sosyolog bixebitin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Ji bo ku zarokên Sûrê karibin travmayên dijîn derbas bikin, nêzîkî 20 psîkolog û sosyolog wê li kolanên Sûrê dest bi xebatan bikin.

    Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2ê Berfenbara 2015an de biryara qedexeyê hate standin û hîna jî li 4 taxan ev biryar berdewam dike. Ji ber şer û pevçûnan herî zêde bandor li ser zarokan çêbû. Meclîsa Zarok a Desteya Bajêr ji bo ku zarok karibin vê travmayê derbas bikin, bi 20 psîkolog û sosyologan dest bi xebatekê dike.

    Di çarçoveya vê xebatê de wê ji bo zarokan atolye bên çêkirin û zarok wê bi çêkirina wêne, bi lîstikên tiyatro û hin tiştên din re mijûl bibin.

    Rayedareke Meclîsê Sinem Yaruk ji JİNHAyê re diyar kir ku ew dixwazin bi vê xebatê re xwe bigihînin zarokan û wan beşdarî nava vê xebatê bikin, da ku karibin travmayê xwe ji bîr bikin.

    Yaruk dibêje ku ew dixwazin heman xebatê li Cizîrê, Nisêbînê, Geverê û hin deverên din jî çê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya derketinê li 6 taxên Sûrê hat rakirin
    Li Sûrê 3 cenaze hatin dîtin
    Li Amedê ji bo zarokên Sûrê û Şingalê atolye hate lidarxistin
    Navçeya Sûrê di 6 mehan de wiha wêranbû
    Li Sûrê piştî çend mehan cenazeyên 3 kesan hêj nû hatin teşxîskirin
    Etîketan:
    Meclîsa Zarok a Desteya Bajêr, JİNHA, Sinem Yaruk, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Amed, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de