08:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Netewên Yekbûyî (NY)

    Rûsya dîsa nebû endamê Konseya Mafên Mirovan a NY

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Lijneya Giştî ya NY ji bo Konseya Mafên Mirovan 14 endamên nû hatin hilbijartin lê Rûsya nehat hilbijartin û di nava van endaman de cih negirt.

    Di dengdayînê de du endamên nû ji Rojhilatê Ewropayê hatin hilbijartin û di vê hilbijartinê de Macarîstanê 144 deng, Hirvatîstanê 114 deng stend û Rûsya ya ku 112 deng girtin, li dû van welatan ma.

    Piştî dengdayinê Nûnerê Daîmî yê NY yê Rûsyayê Vitaliy Çurkin got, "Deng pir nêzîkê hevdû bûn, welatên baş bi hevdu re ketibûn pêşbirkê. Ew hîn bi siûd bûn, ji ber firehbûna xwe zêde rastî bayên dîplomasiya navneteweyî nayên. Ji bo Rusyayê jî rewş berovajiyê vê bû." Çurkin bibîrxist ku Rûsya ev bi salan e endamê konseyê ye û got "ez bawer dikim ku em ê careke din dîsa vegerin."

    Di serê hefteyê de zêdetirî 80 nûnerên sazî yên mafên mirovan û alîkariyê bi hinceta hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê bangewazî kiribûn ku Rûsya bila ji bo Konseya Mafên Mirovan a NY wek endam neyê hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Civîna Konseya Mafên Mirovan a NY bêwate ye
    Rûsya bû serokê Konseya Ewlehiyê ya NY yê vê mehê
    Piştî Konseya Rûsya-NATOyê Stoltenberg daxuyaniya çapamenî dide
    Rûsya ji bo Tirkiyayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dicivîne
    Etîketan:
    dengdayîn, dîsa, endam, Konseya Mafên Mirovan a NY, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NY, Vitaliy Çurkin, Hirvatîstan, Macarîstan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de