17:05 25 Hezîran 2018
Pêşmergeyên birîndar rakirin Elezîzê

Pêşmergeyên li Kerkûkê birîndar bûn, rakirin Elezîzê

© Foto : DHA
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Operasyona Mûsilê ya ku artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge bi hevdu re dimeşînim berdewam dike. Ji aliyê din ve 11 Pêşmergeyên ku di êrîşa DAIŞê ya li hemberî Kerkûkê de birîndar bûn, ji bo dermankirinê sewqê Elezîzê hatin kirin.

Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê di 17ê Cotmehê de dest bi operasyonê kirin. Li gel vê yekê 11 Pêşmergeyên ku di êrîşa DAIŞê ya li hemberî Kerkûkê de birîndar bûn, bi balafirê şandin Balafrixaneya Amedê.

Pêşmergeyên birîndar ji balafirxaneyê jî bi ambûlansan sewqê Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya li Elezîzê hatin kirin û li wir dest bi dermankirina wan hat kirin.

Bi heman mijarî:

Fermandarê Pêşmerge: Me li xala dawî ya sînor ala xwe bilind kir
Şêwirmendê pêşmerge di emeliyatê de ye
Pêşmerge, li Başîqayê gundek rizgar kirin û çendên din jî dorpêç kirine
Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgarkirin
Pêşmerge, di sengerên şer de weşana zindî birî
Nûnerê Obama McGurk çû serdana Pêşmerge û leşkerên Iraqê yên birîndar
Etîketan:
dermankirin, rakirin, birîndar, Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê, Balafirxaneya Amedê, Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Elezîz, Iraq, Mûsil, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de