12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    François Hollande

    Serokomarê Fransayê hedefa piştî Mûsilê eşkere kir

    © REUTERS/ Gonzalo Fuentes
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5701

    Serokomarê Fransayê François Hollande got piştî ku Mûsil were rizgarkirin hedefa din wê Reqa be.

    Navenda Nûçeyan — Hollande piştî xebatên xwe yên Konseya Ewropayê di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên Sputnikê û ji bo pirsên wek "hedef Reqa ye lê ji bo kîjanhevpeymanê? Welatên Rojava û bi taybetî jî Fransa wê beşdarî operasyonê bibe? Wê yekîneyên bejahiyê werin şandin?" got "na' û wiha berdewam kir:

    "Hûn dizanin ku ji bo vê yekê yekîneyên Fransayê tune ne. Li Iraqê piştgiriya me ya ji b ovan hêzan, nayê wê wateyê ku em ê yekîneyên bejahiyê bişînin û rasterast beşdar bibin. Ji bo operasyona Reqayê em ê piştgiriyê bidin hemû hezên ku Kurdan, Ereban, mixaleta nerme bikin yek. Me êrîş bir ser hedefên li Sûriyeyê û ji bo girtina Reqayê mekarîbû ev yek berdewam bikira. Lê ev yek hîn ne wisa ye."

    Hollande du berê Lûtkeya Konseya Ewropayê ji bo rojnamegeran gotibû "Ji bo ku alîkariya mirovî bigihêje gelê biêş, agirbest were domandin û ji bo ku nîqaşa siyasî ya di derbarê siberoja Sûriyeyê de bipêşkeve ez hatin civîna konseyê, da ku divê em fişarê zêde bikin û Ewropayiyan qanî bikin."

    Hollande diyar kir ku wî û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî civîna Çaraliyên Normandiyayê hewl dane ku ji bo dirêjkirina agirbestê Serokdewletê Rûsyayê qanî bikin û gotibû "heta ku li gorî agirbestê neyê tevgerîn û dev ji daxwaza binpêkirina Helebê neyê berdan, hemû alternatîf vekirîne."

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê bersiva Hollande da: Em tawanên şer nakin
    Hollande ji ber DAIŞê Obama sûcdar kir
    Îlham Ehmed: Ji bo rizgarkirina Reqayê em li gel Tirkiyê şer nakin
    HSD: Ji bo operasyona Reqayê em ber bi rojhilatê Feratê ve vedikişin
    DAIŞ belgeyên xwe li Reqayê vedişêre
    Işik: ‘Amerîka dixwaze bi Tirkiyeyê re operasyona Reqqayê pêk bîne'
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    Etîketan:
    eşkerekirin, hedef, Sputnik, Konseya Ewropayê, Serokdewletê Rûsyayê, Serokwezîra Almanyayê, Serokomarê Fransayê, Valdimîr Pûtîn, Angela Merkel, François Hollande, Ewropa, Almanya, Rûsya, Mûsil, Sûriye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de