07:56 24 Tebax 2017
Zindî
    Cerdevan

    Herî kêm 5 hezar cerdevan wê werin zêdekirin

    © Foto: Yuksekova Haber
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, piştî hevdîtina xwe ya bi 50 rêveberên hin saziyên sivîl ên bajarên Kurdan re diyar kir ku wê herî kêm 5 hezar cerdevan werin zêdekirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di civînê de diyar kiriye ku cerdevan wê ji vir şûnde êdî wek "Pasvanên Ewlehiyê" werin binavkirin û wê li derveyî bajarên xwe jî karibin beşdarî operasyonan bibin.

    Herwiha mûçeyên cerdevanan jî tên zêdekirin, temenê teqawidiya cerdevanan dibe 45 sal û li şûna wan jî xizmên wan wê karibin bibin cerdevan.

    Yasaya Cerdevaniyê di sala 1985a de hatibû derxistin û li gor daneyên fermî li bajarên Kurdan 83 hezar cerdevan hene û heta niha 20 hezar cerdevan jî bûne teqawidî bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê şer: 3 cerdevan mirin
    Karayilan: Beriya niha gelek eşîr û gund ji ber şaşîtiyên me û nezaniya xwe bûn cerdevan
    Li Sêrtê şer: 2 cerdevan mirin û 2 jî birîndar bûn
    Li Çewlikê teqîn: 2 cerdevan birîndar bûn
    YPS: Cerdevan Zeyrek ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin
    Cerdevan wê bibin tîmên taybet
    Etîketan:
    pasvanên ewlehiyê, zêdekirin, bajarên kurdan, cerdevan, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de