05:01 20 Tebax 2017
Zindî
    Fransa polis protesto

    Li Fransayê polîsan çalakiya bêdestûr lidarxist

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Polîsên Fransayê li Parîs a paytexta Fransayê ji bo protestokirina şert û mercên kar li hevdu kombûn û bêdestûr çalakî lidar xistin.

    Navenda Nûçeyan — Polîsên ku li Parîsê ji şeva duşemiyê ya borî û şûnde ev cara 4emîn e ku çalakiyê lidar dixin, li Qada Trocadero ya li hemberî birca Eyfelê kom bûn.

    Hat diyar kirin ku nêzîkê 500 polîs beşdarê çalakiyê bûn. Piraniyê polîsan bi kincên xwe yên sivîl tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de pazûbandên xwe yên li ser ‘police' dinivîse, bi xwe ve kirin. Hat dîtin ku hineka polîsan rûyên xwe veşartin.

    DAXWZA ÎSTIFAKIRINA WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ KIRIN

    Koma ku Sirûda Netewî ya Fransayê xwend, carinan dirûşmeyên ku tê de banga îstifakirina Wezîrê Karên Navxweyî Bernard Cazeneuve dihat kirin, hatin berz kirin.

    Sendikayên polîsan dibêjin di van demên dawiyê de ji ber zêdebûna êrîşên terorê polîs zêde mesaiyê dikin û ji bo parastina xwe amûrên fîzîkî yên parastinê têrê nakin û ji van gazinc kirin. Sendîka dixwazin bi Serokomarê wî welatî François Hollande re hevdîtinê bikin.

    Rayedarên hikumetê jî dibêjin çalakiyên polîsan ji bo kampanyayên hilbijartina serokomariyê ya ku wê di sala 2017a de temam bibe, dibin ‘malzeme' û wan çalakiyan rexne dikin.

    Etîketan:
    polîsan, lidarxistin, çalakiya bêdestûr, Serokomarê Fransayê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê, François Hollande, Bernard Cazeneuve, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de