08:29 22 Hezîran 2018
ala almanya

Almanya wê berpirsyariya xwe ji bo penaberan bîne cih

© Foto: AA
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Almanyayê daxuyand ji 500 penaberên ku ji bo girtina wan soz dabû Yûnanîstanê, wê koma pêşîn di meha mijdarê de bigire.

Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê ji bo rojnameya Handelsblattê daxuyand û got "ji Yûnanîstan û Îtalyayê belgeyên di derbarê zêdetirî 500 penaberan de gihîştin me. Ev belge niha li Daîreya Koç û Penaberî ya Federalê (BAMF) tên lêkolîn kirin."

Berdevk anî ziman ku ew ê koma penaberan a pêşîn di meha pêşîn de bînin Almanyayê û got "balafira penaberan a pêşîn ku wê ji Yûnanîstanê were, dibe k udi meha mijdarê li Almanyayê dakeve."

Hikumet û serokên dewlet ên YE nêzîkê salek berê biryar dabûn ku 160 hezar penaberan di navbera wan welatên endam de parve bikin û Almanyayê jî soz dabû ku wê ji bo parvekirina barê Îtalya û Yûnanîstanê 27 hezar penaber bigire.

 

Bi heman mijarî:

Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê
Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
Etîketan:
berpirsyarî, penaber, YE, Daîreya Koç û Penaberî ya Federalê (BAMF), Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê, Îtalya, Yûnanîstan, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de