14:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Ûkraynê Peter Poroşenko

    Ji bo çareseriya qeyran a Ûkraynayê wê nexşerê were amade kirin

    © Sputnik/ Mikayil Palinçak
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokdewletê Ûkraynayê Pyotr Poroşenko diyar kir ku di lûtkeya Çaraliyên Normandiyayê ya li Almanyayê de ji bo çareserkirina qeyrana li rojhilatê welatî wî lihevkirine ku nexşerêyek were amade kirin.

    Navenda Nûçeyan — Poroşenko li Berlînê ji bo qeyrana Ûkraynayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê François Hollande re bi qasî 5 saetan civiya û piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê da.

    Poroşenko ragihand ku piştî civînê tu belgename nehatiye îmze kirin û got me ji bo nexşerêya di derbarê çareseriyê de hinek tespît kirin. Poroşenko got "divê em nexşerêyê amade bikin û bipejirînin."
    Poroşenko anî ziman ku wezîrên karên derve yên Çaraliyên Normandiyayê heta dawiya mijdarê wê xebatên di derbarê wê nexşerêyê de temam bikin.

    Poroşenko derbirî ku Almanya, Fransa û Rûsya piştgiriyê didin peywirdarkirina hêza polîsên Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGIT) li rojhilatê Ûkraynayê û got "ji bo bicihanîna peymana Minskê bêyî Formata Normandiyayê tu alternatîf tune ye."

    Bi heman mijarî:

    Merkelê ji bo Ûkrayna û Sûriyeyê telefonî Pûtîn kir
    Rûsya: Ûkrayna daneyên di derbarê balafira MH17ê de vedişêre
    Ûkrayna, naxwaze deynê xwe yê Rûsyayê bide
    Ewropayê ji bo Ûkrayna, Gurcîstan û Kosovayê muafiyeta vîzeyê anî
    Etîketan:
    qeyran, çareserkirin, AGIT, Serokwezîra Almanyayê, Serokomarê Fransayê, Serokdewletê Ûkraynayê, Serokdewletê Rûsyayê, François Hollande, Angela Merkel, Pyotr Poroşenko, Vladîmîr Pûtîn, Berlîn, Rûsya, Almanya, Fransa, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de