20:29 17 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Angela Merkel

    Serdana Pûtîn a ji bo Berlînê di çapemeniya Alman de ye

    © AFP 2017/ JOHN MACDOUGALL
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê ji bo beşdarbûna lûtke ya Çarmenda Normandiyayê biçe Berlînê û ev çûna Pûtîn di çapemeniya Alman de cihekî berfireh girt.

    Navenda Nûçeyan — Çapemeniya Alman ragihand ku divê herdu serok hewldanên mizakereyan xurtir bikin û diyar kir mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsyayê wê ziyanê bide herdu aliyan.

    Li gorî nûçeya DW Tirkî Frankfurter Allgemeine ragihand ku bi operasyonên li Iraq û Sûriyeyê di nava van salan de ev cara pêşîn e ku terorîst bi qasî têkbirinê hatin qels kirin.

    'MUEYIDEYÊN NÛ WÊ ZIRARÊ BIDIN HERDU ALIYAN'

    Rojnameya Volksstimmeê ya li Magderburgê weşanê dike jî diyar kir ku anîna mueyîdeyên nû yên li dijî Rûsyayê wê zirarê bide herdu aliyan û got: "Girîng e ku Serokwezîr Angela Merkel Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Berlînê qebûl dike. Li Sûriyeyê aşitî bi beşdarbûna Pûtîn pêkan e û serokê Kremlînê ger ku bandora xwe ya li ser cudaxwazên li Ûkraynayê bikar bîne wê pêvajoya aşitiyê pêş de biçe. Divê Almanya û Ewropa li Rûsyayê ji provakasyonên nû birevin. Mueyîdeyên giran wê zirarê bidin herdu aliyan û wê pirsgirêkan çareser nekin."

    'BÊYÎ PÛTÎN NE LI SÛRIYEYÊ NE JÎ LI ÛKRAYNAYÊ DAWÎ LI ŞER NAYÊ'

    Trierischer Volksfreund jî balkişand ser hevdîtina Pûtîn û Merkel û got "bêyî Pûtîn ne dawî li kuştinên li Sûriyeyê ne jî dawî li şerê Ûkraynayê tê."

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel roja çarşemê li Berlînê wê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Fransayê François Hollande û Serokdewletê Ûkraynayê Petro Poroşenko pêşwazî bike. Di civîna her 4 serokan de wÊ peyikandina peyman a aşitiya Minskê were nirxandin. Tê plankirin ku piştî lûtkeyê jî Merkel, Hollande û Pûtîn di derbarê rewşa Sûriyeyê de werin cem hevdu.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Pûtîn sibê li Berlînê tevlî zîrweya ‘Normandiyayê' dibe
    Pûtîn: Diyar e, min tiştekî şaş got
    Pûtîn: "Çi wateya sekinandina narenciyan li Tirkiyeyê tuneye"
    Etîketan:
    çapemenî, serdan, lûtkeya Normandiyayê, Serokdewletê Ûkraynayê, Serokomarê Fransayê, Serokwezîra Almanyayê, Serokdewletê Rûsyayê, Pyotr Poroşenko, François Hollande, Angela Merkel, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Ûkrayna, Rûsya, Fransa, Almanya, Berlîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de