11:51 27 Nîsan 2018
    Keştiyên Hêzên Deyayî yên Rûsya û Çînê di dema tedrîbatên hevbeş yên Rûsya û Çînê de `Hevkariya deryayî-2015`li Deryaya Spî

    Rûsyayê robotê kifşê yê deryayê çêkir

    © Sputnik / The press service of the Ministry of defense of the Russian Federation
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Rûsyayê ji bo çavdêriya sînor û herêmên peravê robotekî kifşê yê deryayê hat çêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyekî şîrketa teknolojî ya dewleta Rûsyayê OPKê di daxuyaniya xwe ya ji bo medyayê de got "ji bo dîmengirtina sînor û herêmên peravê komplekseke robotîk a binavê hat çêkirin. Robot 100 kîlomitro dûrê peravê bi rojan dikare bixebite."

    Çavkanî diyar kir ku robot ger ku ji aliyê operatorekî ve neyê xebitandin jî dikare riyeke berê diyarkirî bişopîne û bi noqav, keştî û nuqteyên li peravê re têkiliyê deyne.

    Heman çavkanî derbirî ku robot dikare hedefekê bişopîne û di derbarê wê hedefê de agahiyan berhev bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em ê li Tatrûsê baregeheke hêzên deryayî ya daimî ava bikin
    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê
    Etîketan:
    derya, kifş, çêkirin, robot, şîrketa teknolojî ya dewleta Rûsyayê (OPK), Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de