13:41 21 Hezîran 2018
selahattîn demîrtaş-hdp

Demirtaş ji Erdogan re: Tu ditirsî bibêje ku min her du jî winda kirin

© Foto: AA/ Okan Özer
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê Mûsilê de nirxand û got: "Tu dema dibêjî ‘Em ê li Mûsilê him li qadê him jî li ser masê bin', ditirsî îtîraf bikî ku te her du jî winda kiriye"

Enqere — Demirtaş di civîna koma partiya xwe de axivî û diyar kir ku, li Mûsilê şer heye û şer ne lîstika compiturê ye û şer tê wateya mirina hejmareke zêde mirovan. Demirtaş di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir ku Mûsilê bajarekî zindîwer e û weke di dîroka bajar de careke din bi mirinê de rûbirû dimîne. Demirtaş destnîşan kir ku ew li cem gelê Mûsilê ne û nêzîkatiya partiya wî jî bi vî awayî ye.

‘ŞAŞÎTIYA BINGEHÎN A KU ROJHILATA NAVÎN KIRIYE GOLA XWÎNÊ NÎJADPERESTÎ, MEZHEBPERESTÎ Û NETEWPERESTÎ YE'

Demirtaş nirxand ku divê Tirkiyê têkildarî tiştên derdora xwe re polîtîkayan çêbike û xwedî gotin be. Demirtaş herwiha diyar kir ku di rewşeke agir bi derdorê ketiye de axavtina Tirkiyê xwezayî ye lê polîtîkayên hikûmetê yên 14 salin dimeşînin, şaş in. Demirtaş wiha got: "Şaşîtiya bingehîn a ku Rojhilata Navîn kiriye gola xwînê, nîjadperestî, mezhebperestî û netewperestiye."

Demirtaş ji ber rewşa heyî wezîrê karê derve yê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu sûcdar kir. Selahattin Demirtaş derbarê polîtîkaya Tirkiyê ya derbarê Mûsilê de wiha axivî. "Dema ku tu dibêjî (Em ê li Mûsilê li qadê jî li ser maseyê jî bin), di rastiyê de tu ditirsî îtiraf bikî ku te her du jî winda kiriye."

‘TIRKIYE LI CÎHANÊ WEKE PIŞTGIRÊ DAIŞÊ TÊ NASKIRIN'

Hevserokê HDPê got ku Tirkiye li cîhanê weke piştgirê DAIŞê tê naskirin û wiha berdewam kir: "Dema hûn li cîhanê diçin ku, Tirkiye weke piştgirê DAIŞê tênaskirin. Li cîhanê ti kes bi hevalbendên DAIŞê re kar nake. tu dibêjî ‘ez têkoşînê bi DAIŞê re dikim' lê tu pêşî Dîlokê ji DAIŞê paqij bikî, pişt ra were Mûsilê paqij bikî."

‘EZ GELEKÎ AŞKERE DIBÊJIM, WE PYD, LI ALIYÊ WE YÊ DIN Ê JÎ PKK HEBA'

Demirtaş wiha axivî: "Heke ku we di mijara Mûsilê de ji serî de, bi aktorên şaş re kar nekira, heke ku we mezhebperestî nekira, heke ku we netewperestî, nîjadperestî nekira û ya herî girîng we maseya çareseriyê nequlaqta, heke ku we li Tirkiyê aştiya navweyî ava bikira, ji bedêla ku we Ahrar'uş Şamê li aliyekî xwe û li aliyê din jî El Nusra (Fetih El Şam) bida bi cî kirin, ez gelekî aşkere dibêjim we PYD, li aliyê din jî PKKê bi cî bikira."
Demirtaş diyar kir ku heke wiha bihata kirin, welatekî ku 20 milyon kurd ên welatiyê xwe qezenc bikira wê biba welatekî bi aramî û mezin.

‘HIKÛMET DIKARE BI PEYWENDIYA BI HDPÊ RE XWE BIGIHÎNE CÎHANÊ'

Demirtaş destnîşan kir ku HDPê pêşniyara herî bimantiq a ku wê herî zêde bi Tirkiyê bide qezenckirin, aştiya navxwe aniye rojevê û got ku hikûmet bi ser HDPê re dikare xwe bigihîne cîhanê. Demirtaş diyar kir ku partiya wan li herêmê bi hemû gelan re dikare têkiliyê çêbike lê dewlet HDPê terorîst îlan kiriye.

‘DEMA DI ÇÛNA ŞER DE ‘ALLAH ALLAH', DI VEGERÊ DE JÎ ‘ALLAH ALLAH'

Demirtaş di mijara nirxandinên operasyona Mûsilê de hikûmeta AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne kir û wiha got: "Dibêjin ku em li Mûsilê destûrê nadin asîmîlasyonê, qatlîamê, qirkirinê. Divê em mafê wê nexwin, di mijara derewan de AKP namzetê xelatê ye. Rewşa wan weke yê di pêkenokê de ye: Dema diçin şer ‘Allah Allah', dema ji şer vedigerin jî ‘Allah Allah'."

‘ŞIRNEX JI NEXŞEYÊ HATIYE JÊBIRIN'

Selahattin Demirtaş bajarê Şernexê weke ‘bajarekî ji nexşeyê hatiye jêbirin' nirxand û bibîr xist ku bajar 218 roj in di bin dorpêçê de ye û zêdetirî 60 hezar şirnexiyan ji bajêr koç kirine. Demirtaş diyar kir ku li Şirnexê rûxandina avahiyên ku nerûxiyan û paqijkirina avahiyên rûxiyane bi şertê girtina kelûpelên di malan de dane şîrketekê û got ku mirov nikarin kelûpelên di malên xwe de bistînin.
Demirtaş destnîşan kir ku ‘ji nûve avakirina Şirnexê ji bo wan deyne' û diyar kir ku hatiye famkirin li bajarên kurdan fermandarên avahî rûxandine derbekar in lê dewlet heman şaşîtiya derbekaran berdewam dike.

‘8-90 PARLAMENTER JI DERBEYÊ AGAHDAR BÛN'

Li gorî îdiaya Demirtaş 80-90 parlamenter ji hewldana derbeya 15ê Tîrmehê agahdar bûn ku gelek ji wan AKPyî bûn. Demirtaş di berdewamiyê de nirxand ku parlamenter ji bo krîza siyasî dernekeve bêdeng mane û wiha got: "80-90 parlamenter ji derbeyê agahdar bûn. Gelekê wan ji AKPê bûn. Ji ber derketina krîza siyasî niha van kesan aşkere nakin. Bila aşkere bikin bê agahiya kê ji derbeyê hebû, kî wê biba serokwezîr. Hesabên wan hilbijartina pêşwext e, wê hilbijartina pêşwext çêbikin û wan nekin namzet. Ji bo ku krîza siyasî dernekeve bêdeng dimînin."

‘DI GIRTÎGEHAN DE ÎŞKENCE HEYE'

Demirtaş digel gotinên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, destnîşan kir ku di girtîgehan de îşkenceyên ji derveyî rûmeta mirovan tê kirin û wiha got: "Ey Bekir Bozdag, rêyeke rizgarbûna ji deste min, pêşniyar; em ê biçin girtîgehê, heke ku îşkence tune be, di derketina ji derve de ez ê dest ji siyasetê berdim. Ez ê ji serokatiya giştî, ji parlamenteriyê ji hemûyan îstîfa bikim; ez ê bibêjim ku ‘ez şerm dikim', ez ê bibêjim ku ‘min bêbextî kiriye, ez nikarim bi van bêbextiyana siyasete bikim'. Na, heke ku îşkence hebe û piçek şeref bi te re hebe di dema derketinê de tê îstîfa bike."

Demirtaş ji bo nîqaşên derbarê serokatiyê de jî diyar kir ku sîstemeke hundirê wê bi demokrasiyê nehatibe dagirtin wê bibe otorîset û wiha got: "Heke tê illehî bibe serokdewlet, bibe serokê Devlet Bahçelî."

Bi heman mijarî:

Demirtaş û Yuksekdag kuştina rêveberên AKPê şermezar kirin
Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne
Demirtaş: Asîmilasyona herî zêde di vê demê de çêbûye
Baroya Amedê nûçeya Yeni Şafakê ya derbarê Demirtaş de derewand
Demirtaş: ‘Parlamento bi ewayek fîîlî hatiye girtin'
Etîketan:
hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, îşkence, girtîgeh, AKP, DAIŞ, El Nusra, Ahrar'uş Şam, PKK, PYD, HDP, Bekir Bozdag, Devlet Bahçeli, Ahmet Davutoglu, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Dîlok, Rojhilata Navîn, Tirkiye, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de