04:30 21 Îlon 2017
Zindî
    Hevseroka KNKê Nilufer Koç

    Komxebata KNKê ya li Herêma Kurdistanê bi dawî bû

    © Foto
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Komxebata KNKê ya k udi 24 û 25ê Îlonê de li Kerkûkê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê hat lidar xistin, bi dawî bû.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku komxebata ku du rojan dewam kir û bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, nivîskar, nûçegihan, rêxistinên jin û ciwanan û nûnerên ji sê parçeyên din ên Kurdistanê jî di nav de bi deşdarbûna gelek kesan bi tayebtî kêşeyên Başûrê Kurdistanê bi hûr û kûr hatin guftûgokirin.

    Li gorî nûçeya ANFê di komxebatê de tespît û çareseriya kêşeyên Herêma Kurdistanê, pozîsyona Herêma Kurdistanê ji hêla hevsengên Rojhilata Navîn ve, pêşxistina siyaseta netewî û rola Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

    Hat hîn bûn ku piştî komxebatê encamname ji bo platformê hate pêşniyarkirin lê biryar hate standin ku piştî nîqaşan, bi komîsyoneke ku wê were avakirin, encamname wê ji bo raya giştî were eşkerekirin.

    Piştî nîqaşên li ser encannameyê axaftina dawiyê hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç kir. Koç malavaniyê li hemû kesên ku tevlî komxebatê bûne kir û got, ‘'Di komxebatê de nîqaşkirina kêşeyên Başûrê Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyan wê bandorên erênî bike.'

    Koç di dawiya axaftina xwe de anî zman ku ew hêvî dikin ku ev xebata yekîtiya netewî di demeke nêzîk de rê li kongreya netewî veke.

    Bi heman mijarî:

    KNK: Heke ku gele Şengalê bixwaze dikarin herêmek xweser ava bikin
    HDP, KNK, KJA salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin
    KNK: Divê li hember hikumeta Erdogan bertek bêne dayîn
    KNK li hember Sykes Picot ê diçe ber deriyê Sêmalkayê
    KNK: ‘Di operasyonên Tirkiyeyê de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin'
    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
    Etîketan:
    yekîtiya netewî, pirsgirêk, bi dawî bû, komxebat, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Hevseroka KNKê, Nilufer Koç, Rojhilata Navîn, Kurdistan, kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de