01:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    polîsê Amerîkî

    Li Utahê di dibistanekê de alarma êrîşkarekî bi maske

    © Fotolia/ Dominik Herz
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyar kirin ku li Eyaleta Utahê ya Amerîkayê xwendekarên dibistana Eagle Valley ji ber êrîşkarekî bi maske yê ket dibistanê û bi komkujiyê gefxwar, hatin tehliye kirin. Hat gotin ku tîmên bombeyê û nîşangir jî li cihê bûyerê ne.

    Cîgirê Midur ê Herêma Dibistanê ya Alpineyê Kimberly Bird ji bo Foxê axivî û diyar kir ku mirovekî bi maskeyê li gorî saeta herêmî di derdora saet 14.00a de hatiye dbistanê û got "zarokan derxînin û bila tu kes zirarê nebîn." Bird da zanîn ku hemû xwendekarên li dibistanê di ewlehiyê de ye.

    Di wêneyên ku li ser çapemeniyê belavbûn de tê dîtin ku êrîşkar mirovekî ku kincekî kesk li xwe kiriye û şaşikek spî daye serê xwe û hat îdi kirin ku ew mirov Christopher Craig e ku wek ‘cîhadîstê Utahê' tê nasîn. Hat diyar kirin Craig di sala 2014a de jî bi kincekî wisa û bi wesayitê ketiye dibistaneke seretayî û di sala 2013a de jî li Coloradoyê zirar daye hinek dêran.

    Hat gotin ku Craig ê ku xwe wek cîhadîstê Îslamparêz dide nasîn berê bûyerê hinek nameyên gefxwarinê ji hinek saziyên çapemeniyê re şandiye.

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Li Elmanyê êrîş pêk hat: Kesê êrîşkar hate kuştin
    Parlamentoya Efxanistanê bu hedefa Talîbanê, hemû êrîşkar hatin tunekirin
    Êrîş li baregeha leşkerî ya Amerîkayê hat kirin
    Li Amerîkayê li dijî malbatekê êrîş: 7 kuştî
    Êrîş li ser baregeha Amerîkayê hat kirin
    Etîketan:
    êrîş, dibistan, Cîgirê Midur ê Herêma Dibistanê ya Alpineyê Kimberly, Christopher Craig, Kimberly Bird, Colorado, Utah, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de