22:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Mûsil, Îraq

    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin

    © Foto: BasNews
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Herêma Kurdistanê, Amerîka û Hikumeta Navendî ya Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê hat diyar kirin ku li Selahedînê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîneke sêalî hat lidar xistin û di civînê de operasyona kontrolkirin a Mûsilê hat axaftin û hat dest nîşan kirin ku Hewlêr, Bexda û Washingtonê li ser operasyonê li hev kirin.

    Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku Hêzên Pêşmerge, Hêzên Iraqê û Hêzên Hevpeymanan di civînê de ji bo têkşikandina DAIŞê ya li bajarê Mûsilê li ser operasyona hevbeş li hev kirin. Her wiha hat derbirîn ku di beşeke din a civînê de behsa hûrgiliyên kontrolkirina Mûsilê hat kirin û hat gotin "beşdarbûyên civînê ji bo operasyona azadkirin a Mûsilê li ser çawayiya hemahengî ya di navbera Hêzên Pêşmerge, Hêzên Iraqê û Artêşa Amerîka û Hevpeymanan de li hev kirin."

    Hat eşkere kirin ku çend berpirsên ewlehî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Selman, Fermandarê Hêzên Amerîkayê yên li Bexdayê General Stephen Townsed, Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross, şêwirmend û berpirsên leşkerî yên Amerîkayê û her wiha Cîgirê Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Zeydî û çend berpirsên dinên leşkerî yên Iraqê beşdarî civînê bûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bi şandeyeke amerîkî re behsa rizgarkirina Mûsilê kir
    Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
    Amerîka: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Heşda Şeebî: Me ji bo operasyona Mûsilê bi Herêma Kurdistanê re lihevkir
    Malikî: Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de giring e
    Barzanî: Pêvajoya piştî rizgarkirina Mûsilê ji bo her kesî giring e
    Etîketan:
    rizgarkirin, operasyon, hêzên Iraqê, Hêzên Hevpeymanê, Hêzên pêşmerge, Douglas Selman, Ebdulemîr Zeydî, Stephen Townsend, Ken Gross, mesûd Barzanî, Amerîka, Kurdistan, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de