22:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Heleb

    DAIŞê li Helebê çekên kimyewî bikar anîn: 8 birîndar

    © AFP 2017/ AMEER ALHALBI
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1101

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Kurdan hatine girtin DAIŞê roja îniyê li Helebê li dijî 2 cihan bi çekên kimyewî yên giran êrîş pêk anî û hat diyar kirin k udi wan êrîşan de herî kêm 8 kes jehrî bûn.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku DAIŞê li bakurê Helebê bi çekên kimyewî êrîş bir ser bajarokên Hirbel û Îm-Huşê û di encamê de 8 kes jehrî bûn

    Çavkaniyeke ku ji bo Sputnikê axivî, diyar kir ku êrîş îro di saetên serê sibehê de pêk hat û got "DAIŞê bi guleyên ku madeyên kimyewî tê de hebûn, êrîşê bajarokên Îm-Huş û Hirbelê kir. 5 sivîl û 3 şervanên Ceyş'ul Sivarê birîndar bûn."

    Heman çavkaniyê dest nîşan kir ku birîndar ji bo nexweşxaneyên Efrînê hatin rakirin û bijîşkên li wir diyar kiriye ku 2 saetên piştî êrîş mirov ji ser hişê xwe ve çûne û got "di laşê birîndaran de rastî şopa madeyên kimyewî yên jehrî hatin. Welatî hîn jî bi ser hişê xwe ve nehatine."

    Bi heman mijarî:

    Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê
    Sûriya: Êrişa çekên kimyewî ya herêma Gutayê Fransa organîze kir
    Amerîka derbarê çekên xwe yên kimyewî ya Tirkiyayê biriye Romanyayê de daxuyanî da
    Generalê brîtanî: ‘Dibe di navbera Rûsya û NATOyê de şerê çekên kimyewî derkeve'
    Pergala moşekên Amerîkayê dikarin çekên kimyewî yên Rûsyayê bidin
    Ji Ermenîstanê daxuyaniya ‘Çekên Kimyewî'
    Etîketan:
    jehrî, bikaranîn, çekên kimyewî, Sputnik, DAIŞ, Efrîn, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de