14:39 22 Îlon 2017
Zindî
    sûriye-şer-teqîn

    'DYAyê ev cara yekem e ku di derbarê cihê 'mixalîfên nerme' de agahî dan Rûsyayê'

    © REUTERS/ KHALIL ASHAWI
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Ji Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Mîralay Aleksandr Zorin got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ev cara yekem e ku di derbarê cihê komên mixalîfên biçek ên li Sûriyeyê de agahiyê dide Rûsyayê.

    Navenda Nûçeyan — Zorin ji bo rojnamegeran axivî û got "rayedarên Rûsî bi rayedarên hêz ên taybetên Amerîkayê yên li Pentagon û Cenevreyê re hevdîtin pêk anîn. Em li ser agahiyên di derbarê cihên komên biçek ên di kontrola Amerîkayê de ku me îro girtin, lêkolînê dikin. Lê li gorî lêkolînên pêşîn derket holê ku di navbera komên mixalîf û terorîstan de cudahî nehatiye kirin."

    Herwiha Zorin da zanîn ku Washingtonê heta niha jî bersiva delîlên Rûsyayê yên li ser îhlalkirina agirbestê ya li herêmên Sûriyeyê yên komên mixalîf ên di bin kontrola Amerîkayê de ne, nedaye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin
    Rûsya ji bo tevlêbûna PYDê ya Cenêvê bi israr e
    Rûsya û Amerîkayê biryar dan ku agirbestê 48 saetan dirêj bikin
    Rûsya: Em ji bo piştgiriya WADAyê amade ne
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Rûsya: Agirbest 2 caran hate binpêkirin
    Etîketan:
    cihê, mixalîfên nerme, agahî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Aleksandr Zorin, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de