19:53 22 Îlon 2017
Zindî
    Li Pakîstanê fabrîqeyek hilweşiya: 16 mirî

    Li Pakîstanê êrîşa xwekujiyê: 16 mirî û 24 birîndar

    © East News/ Umar Qayyu
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Li Pakîstanê li mizgefta gundê bi navê Payee Khan ê li ser sînorê Efxanîstanê di dema nimêja îniyê de êrîşkarekî teqemeniyên li ser xwe teqand û bû sedema mirina 16 kesan.

    Navenda Nûçeyan — Xwekujerê ku ket mizgeftê bi teqandina bombeya li ser bû sedema teqîneke mezin. Naveed Akbar ê Cîgirê rêveberê Mohmand a nêzîkê Peşaverêji bo ajansa Reutersê daxuyand ku êrîşkarê xwekujer berê xwe xwe biteqîne bi gotina ‘Allahû Ekber' bang kiriye.

    Yek ji rayedarên din Shaukat Khan jî got "êrîşkar gava xwe xwe teqand di mizgeftê de gelek kes kom bûbûn." Di encama êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn. Heta niha tu kesan êrîş negirtiye ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Pakîstanê qezaya tirênê: Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Pakîstanê êrişa xwekujî: 12 kuştî û 41 birîndar
    Li pakîstanê operasyon: 40 kuştî û 21 jî birîndar
    Berpirsê DAIŞê yê Efxanîstan û Pakîstanê hat kuştin
    Pûtîn êrişa li Pakîstanê şermezar kir
    Etîketan:
    mirî û birîndar, teqîn, xwekujer, êrîş, Ajansa Reutersê, Shaukat Khan, Efxanîstan, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de