08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    'Amerîkayê dibe ku li Kirgizîstanê baregeha leşkerî ji bo madeyên kêfdêr bikaranîbe'

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokdewletê berê yê Kirgizîstanê Asker Akayev got dibe ku Amerîka baregeha leşkerî ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Manasê ya li Kirgizîstanê ji bo veguhestina eroînê ji Efxanîstanê bikar anîbe.

    Navenda Nûçeyan — Akayev ji bo Sputnikê axivî û anî ziman ku hêzên hevpeymana navneteweyî yên beşdarî operasyona Efxanîstanê bûn dibe ku di veguhestina madeyên kêfdêr bûbin.

    Akayev diyar kir ku baregeha leşkerî ya li Manasê berê her tiştî peywira veguhestinê bicih aniye û got "lê em nizanin li dawiyê çi tên kirin. Dibe ku veguhestina madeyên kêfdêr tê kirin." Akayev derbirî ku haya tebeqeya payebilind a fermandariyê ji trafîka madeyên kêfdêr heye û di vê trafîkê de cih digirin.

    Akayev da zanîn ku Amerîka hemû operasyonên xwe yên leşkerî bi bazirganiya madeyên kêfdêr fînanse dike û got "ev ji aliyê gelek derdoran ve tê zanîn. Wek nimûne, hemû operasyonên li Amerîkaya Latîn bi vî awayî tê pêk anîn. Operasyon bi riya madeyên kêfdêr tên fînanse kirin."

    Baregeha leşkerî ya DYAyê ya di Kanûna 2001ê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Manasê ya li Bişkeka pyatext a Kirgizîstanê dest bi faaliyetan kir, di Tîrmeha 2014a de hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo operasyonên li Afxanîstan û Iraqê 5 trîlyon dolar xerc kir
    NY: Peymana Amerîka û Rûsyayê wê siberoja Sûriyeyê biguherîne
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
    Amerîka: HSD ji Minbicê derketiye
    Amerîka: Em ê piştgiriyê bidin Kurdan
    Etîketan:
    operasyon, madeyên kêfdêr, bazirganî, Balafirgeha Navneteweyî ya Manasê, Baregeha Leşkerî ya Amerîkayê, Asker Akayev, Amerîkaya Latîn, Bişkek, Kirgizîstan, Efxanîstan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de