18:27 25 Hezîran 2018
Zanîngeha Işikê

Herêma Kurdistanê ji bo zanîngeha FETOyê biryara lêkolînê girt

© Foto: wikipedia
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Herêma Kurdistanê Ebbas Ekrem daxuyand ku di derbarê Zanîngeha Ishikê ya FETOyê ya li Hewlêrê de ji bo ku lêkolîn were destpêkirin, komisyona hatiye avakirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa AAyê Ekrem got "piştî nûçeyên ku di derbarê zanîngehê de belav bûn, ji bo lêkolînkirina hemû beş û faaliyetên zanîngehê biryara avakirin a komîsyonê hat dayîn." Berdevkê wezareta Kurdistanê Ekrem bal kişand ser biryarên ku komîsyon wê bigirin û got "wê mijarên wekî qebûlkirina xwendekaran ji bo sala perwerdehî ya 2017-2018a û rewşa xwendekrên niha dixwînin werin nîqaş kirin."

Ebbas Ekrem diyar kir ku dibe ku zanîngeh ji bo şîrketeke taybet were firotin jî lê ji bo vê yekê divê serî li wezaretê were dayîn û got "ji bo me ya herî girîng ew e ku bila xwendekar mexdûr nebin."

Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Bilind a Herêma Kurdistanê li herêmê 20 dibistanên FETOyê hene û bi giştî nêzîkê 13 hezar xwendekar li van dibistanan perwerde dibin.

Bi heman mijarî:

Herêma Kurdistanê daxwaza Amerîkayê qebûl nekir
Wezareta Karên Derve di derbarê FETOyê de agahî dan nûnerên navneteweyî
Balyozê nû yê Amerîkayê: Ji bo Kurdistanê gelek projeyên me hene
Hîndistanê li Herêma Kurdistanê balyozxane vekir
Etîketan:
komîsyon, biryar, lêkolîn, Zanîngeha Ishikê, Ajansa Anadoluyê (AA), FETO, Wezareta Perwedehiya Bilind a Herêma Kurdistanê, Ebbas Ekrem, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de