15:35 21 Hezîran 2018
Hahamên yahudî

Li Fransayê êrişa bi tekbîr: Yahudîyek ji sînga xwe birîndar bû

© AFP 2018 / THOMAS COEX
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê kesekî ku tekbîr didan bi kêrê êrişî yahudiyekî Ortodoks kir û ew birîndar kir.

Navenda Nûçeyan — Li gorî çapemeniya Fransayê li bajarê Strasbourg ê Fransayê kesekî ku tekbîr didan bi kêrê êrişî yahudiyekî Ortodoks ku li cafeyê rûniştî bû kir û ew birîndar kir. Li gorî zanyariyan bûyer îro saet li derdora 11.00an qewimî. Hat ragihandin ku rewşa hahamê yahudî ne giran e û êrişkar ji terefê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirinê.

Êrişkar tedawiya psîkolojîk dîtiye

Her wiha şahidên bûyerê di îfadeyên xwe de gotin ku kesê ku êriş kir emrê wî derdora 30 an jî 40 salî bû û êrişkar ji terefê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê ew birin Midûriyeta Ewlehiyê. Dozgerê ku bûyerê êrişî vekoland agahî par venekirin, lê li gorî rojnameya Journal du Dimancheyê îdîa kiriye êrişkar di demên borî de tedawiya psikolojik dîtiye.

 

 

Bi heman mijarî:

Rojnameyeke îsraîlî: Dibe Kurdên Kurdistana îranê bibin mezintirîn hêz li dijî Îranê
Balyozê îsraîlî: "Beriya herkesî em ê serxwebûna Kurdistanê binasin"
Parlementera Ereb ji leşkerên îsraîlî re got, kujer
Rojnameya îsraîlî: Tirkiye dest ji şertê rakirina dorpêçkirina Xazeyê berda
Parlamentera îsraîlî: "Divê her du welat bi hev re bixebitin"
Etîketan:
Kesekî bi tekbîran êrişî hahamekî yahudî kir, Hahamê ortodosk li Fransayê rastî êrişê hat, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de