22:29 23 Tebax 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim ji bo Amerîkayê: Ji ber PYDê rayagiştî ya Tirkiyeyê ji we ne razî ye

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 2201

    Hat ragihand ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ji bo Serfermandarê Amerîkayê Joseph Dunford ê ku serdana Tirkiyeyê kir, diyar kiriye ku ger ew mirov neyê îadekirin pirgirêkên giran wê derkeve û gotiye "em li bende bûn ku we bi awayekî hîn xurt û hîn bi hêz şermezar bikira."

    Joseph F. Dunford
    © AP Photo/ Lauren Victoria Burke
    Naveda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku li ser malpera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hat dayîn, Serfermandarê Amerîkayî daye zanîn ku di hemû civînên li Enqereyê de gotina ‘ji bo çaresekirina bi pirsgirêkên herême re pêwistî bi hevkariya Tirkiye û Amerîkayê heye' bihîstiye.

    Di agahiyên malperê de hat dest nîşan kirin ku ji bo opersyonên li dijî DAIŞê gava ku pêwistî pê hebe, wê baregehên Încîrlikê û Amedê werin bi kar anîn. Di daxuyaniya Pentagonê de hat diyar kirin k udi hemû civînên Dunford de daxwaza îadekirina Fethûllah Gulen hatiye kirin û Dunford gotiye "serokên Tirk bawer dikin kup aş derbeyê Gulen heye."

    Herwiha hat gotin k udi hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Dunford de, Yildirim bal kişandiye ser peywendiyên Amerîka û PYDê û gotiye "peywendiya PYD û PKKê li holê ye. Em li bende ne ku hûn wek mitefîqê me, li gel me bin. Helwest û sekna we ya him di derbarê PYDê de him jî di derbarê FETO de di rayagiştî ya Tirkiyeyê dedibe sedema nerazîbûnê."

    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Amerîkayê Dunford derbarê Gulen da daxuyanî da
    Serkanê Giştî yê DYAyê Dunford serdana Meclisê kir
    Serkaniya Giştî ya DYA: Dunford dê hewldana derbeyê şermezar bike
    Serfermandarê DYAyê Dunford li Tirkiyê ye
    Etîketan:
    sekna we, rayagiştî, helwest, nerazîbûn, Serfermandarê Amerîkayê, FETO, Serokwezîrê Tirkiyeyê, PYD, Bînalî Yildirim, Fethullah Gulen, Joseph Dunford, Amed, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de