06:10 22 Sibat 2018
Zindî
    topbarana artêşa Tirk agir bi herêmê xist

    Ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê agir bi gundên Herêma Kurdistanê ket

    © Foto
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku duh êvarî ji ber topbaranên artêşa Tirkiyeyê agirekî mezin bi deşta Berazgêr û li derdora Sîdekan ket û heta îro jî ew agir nehat kontrolkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji yek niştecihê wê herêmê yê bi navê Xebat Rehîm girtiye, artêşa Tirkiyeyê bi hinceta ku baregehên PKKê hene, duh piştî nîvro li hemberî navçeyên Soran û Mêrgesor ên Herêma Kurdistanê dest bi topbaranan kirin û topbarana artêşa Tirk heta derengiya şeve jî berdewam kir.

    Hat ragihandin ku ji ber topbaranê agirekî mezin bi wê herêmê ketiye û heta îro jî dewam kiriye û gelê herêmê her çi qas hewlda ku agir bitemirîne jî ji ber belavbûna agir nikarîbûn kontrol bikirana.

    Li gorî agahiyên heman çavkanî hat diyar kirin topbaran duh piştî nîvro hat destpêkirin, paşê êvarê jî demekê dewam kir û ber bê derengiya şeve topbaran hîn hat zêde kirin.

    Hat zanîn ku agir herî zêde bi gundên Kanîreş a girêdayî Sîdekan, Bîrmendan, Bermîze û li çend gundên din ket û di encama şewatê de gelek erd, zevî û bexçeyên gel şewitîn û zirar dîtin lê ziyana can çê nebû.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiya gundên Kantona Efrînê topbaran dike
    Tankên Artêşa tirk çeperên DAIŞê topbaran kirin
    Artêşa tirk navçeya Şemzînanê bê navber topbaran dike
    Etîketan:
    bi zeviyan ket, topbarana Tirkiyayê, agir, Artêşa Tirkiyeyê, Rûdaw, Xebat Rehîm, Sîdekan, Mêrgesor, Soran, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de