20:22 22 Hezîran 2018
Con kerry

Kerry: Pêvajo veguherî dijî berjewendiyên DAIŞê lê...

© REUTERS / Eric Vidal
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand ku li Iraq û Sûriyeyê her çi qas di şerê li dijî DAIŞê de şert û merc li dijî berjewendiyên rêxistinê guherî be jî divê bi wan zehmetiyên pêkanîna îstîqrarê re rûbirû bibin ku ew zehmetî di qadên azadiya civaka navneteweyî de rû didin.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Amerîkayî Kerry li Washîngtonê ji bo piştgiriya Iraqê ku li dijî DAIŞê têdikoşe, konferanseke alîkariyê lidar xist. Wezîrên Karên Derve yên Kanada, Almanya, Hollanda, Japonya û Kûweytê beşdarê konferansê bû.

Kerry di konferansê de axivî û got "êdî şert û merc li dijî berjewendiyên rêxistinê guherî. Niha zehmetiya ku em pê re rûbirû mane ew e ku divê ji bo ewlehî û başkirina qadên hatine azad kirin, alîkarî were peyda kirin."

'2 MILYAR Û 100 MILYON DOLAR ALÎKARÎ HAT KOM KIRIN'
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kîrby daxuyand ku di konferansa alîkariyê de zêdetirî 2 milyar û 100 milyon dolar pere hat kom kirin. Li gel vê yekê NY diyar dike ku şerê ku dê ji bo şûnde girtina Mûsilê were kirin, wê bandoreke mezin li ser sivîlan bike û ji bo vê bandorê ji holê rake pêwistî wê bi nêzî 2 milyar dolarî hebe.
'NY HIŞYARIYA 'SERFIRAZIYA LEŞKERÎ' DA'

​Koordînatorê Alîkariya Mirovî yê NYê Iraqê Lîse Grande jî got ger ku pêdiviyên Iraqiyên ku ji cihên xwe hatine koçkirin, bicih neyê anîn ev serfiraziya leşkerî wê demkî be.

Hat ragihandin ku tenê ne li Iraq û Sûriyeyê, li Lîbyayê heta li hemû cîhanê ji bo li dijî DAIŞê tekoşîneke berfireh were meşandin, wezîrên karên derve û wezîrên parastinê wê îro civîneke hevpar li dar bixe.

Bi heman mijarî:

John Kerry derbarê Fetullah Gulen de daxuyanî da
Lavrov û Kerry ji bo lêgerînên çareseriya Sûriyê careke din hevdîtin kirin
Kerry Tirkiye bi endambûna NATOyê tehdîd kir?
John Kerry: Endambûna NATOyê ji bo demokrasiyê rêzgirtinê îcab dike
Etîketan:
berjewendiyên, dijî, pêvajo, guherîn, rêxistin, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Lîse Grande, John Kirby, John Kerry, Hollanda, Sûriye, Kanada, Amerîka, Japonya, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de