15:31 23 Gulan 2018
    İbrahim Kalin

    Kalin: Ji ber êrîşa li hemberî Serokomar 14 kes hatin desteserkirin

    © Flickr / AA/ Dilek Mermer
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got "di derbarê hewldana êrîşa li hemberî serokomar de 14 kes hatin desteser kirin, hinek amadekarên êrîşê jî hîn fîrarî ne."

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Stenbolê ji bo çapemeniya biyanî hinek daxuyanî dan û got "ji bo îadekirina Fethûllah Gulen daxwaza fermî tê amade kirin. Ger ku Amerîka ji bo îadenekirina Gulen bi israr tevbigere, wê gavê bide xuya ku wî diparêze. Artêş qelheya dawî ya Gulenîstan bû."

    Herwiha Kalin di daxuyaniyên xwe de ev gotin jî diyar kir: "Hewldana derbeyê di nava artêşê de ji aliyê komeke biçûk ve hat kirin. Ji bo pêkanîna ewlehiyê dê hîn bergirî were girtin. Desteserkirinên piştî hewldana derbeyê li ser têkoşîna li dijî PKKê û DAIŞê dê ti bandorê neke. Ti wesayitên leşkerî yên wenda jî tune ye û di derbarê hewldana êrîşa li hemberî serokomar de 14 kes hatin desteser kirin, hinek amadekarên êrîşê jî hîn fîrarî ne.

    Bi heman mijarî:

    Kûrtûlmûş: Ti keştiya leşkerî ya wenda tune ye
    TIRKIYE DIHEJE - 8 hezar polês ji wezifeyê têne dûrxistin
    YE di mijara 'mafên mirovan' de Tirkiye hişyar kir
    Almanya ji ber darvekirina bertek da Tirkiye: Divê muzakere bêne rawestandin
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, desteserkirin, Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê, PKK, DAIŞ, Fethûllah Gulen, Îbrahîm Kalin, Recep Tayîp Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de