08:10 23 Gulan 2018
    Parlamentoya Ewropayê

    PEyê ji bo Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist

    © AFP 2018 /
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê vê sibehê di derbarê hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist û di civînê hat diyar kirin ku bertekên tund yên ku wê li hemberî derbeyê were nişandan û şûndeanîna cezaya darvekirinê wê li pêş muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê bibe asteng.

    Navenda Nûçeyan — Hat raigandin ku li Komîteya Peywendiyên Derve ya PEyê di civînê de ji bo tirkiyeyê hişyarî hat dayîn, da ku tirkiye piştî hewldana derbeyê li gorî hiqûqê tevnegere wê peywendiyên YE û Tirkiyeyê xera bibe.

    Li gorî agahiyan Komîserê berpirsyar ê muzakereyên YEyê Johannes Hahn di civînê daxuyand ku "pêkanîna cezayê ya darvekirinê wê bibe sedem ku welatekî xwediyê potansiyela endamtiyê ye, dûrê YEyê bikeve." Hahn anî ziman ku "va hewldana derbeyê hatiye şermezar kirin. Geşedanên li dû wê me dixe fikara. Ji artêşê nêzikî 8 hezar kes hat desteser kirin, ji dadê û rêveberiyê jî nêzikî 12 hezar kes an ji peywirê hatin girtin an jî hatin dûr xistin. Ji sedî 20ê dadgeran ji peywirê hat girtin an jî cihên wan hatin guhertin û ev jî wê rasterast bandorê li birayrê dadê bike."

    Bi heman mijarî:

    YE di mijara 'mafên mirovan' de Tirkiye hişyar kir
    ‘Bila hewldana derbeyê bibe wesîleya rûpeleke nû'
    Amerîka: Hewldana derbeyê bo me bû sûprîz
    Esad: Erdogan bi behaneya hewldana derbeyê wê dijberên xwe tesfiye bike
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, cezaya darvekirinê, hişyarî, civîna derasayî, YE, Parlamentoya Ewropayê (PE), Johannes Hahn, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de