11:45 27 Nîsan 2018
    PJAK

    PJAK: Em berdewamiya xebatên şehîd Dr. Qasimlo ne

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di salvegera qetilkirina Dr. Evdirehman Qasimlo de, PJAKê Dr. Qasimlo bibîr anî û endamên PJAKê diyar kirin ku ew her tim li hemberî hemû şehîdan bi rêz in û ti cudahiyê nakin navbera şehîdên Kurdistana Rojhilat.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rojnewsê endamên Meclîsa Partiya Jiyanê ya Azadiya Kurdistanê (PJAK) gotin "em berdewamiya şehîdên demokrat û komeleyên Rojhilatê Kurdistanê ne û em rêzê li hemberî xebatên hemû partiyên ku li dijî rejîma Îranê ne, digirin."

    Yek ji endamên Meclîsa PJAKê Şervîn Mezlûm di derbarê salvegerea qetilkirina Dr. Qasimlo de diyar kir ku "gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji dema Qasimlo heta niha li hemberî siyaseta qetilkirinê ya Komara Îslamî ya Îranê tekoşîn û xebatên xwe dikin. Begûman PJAK jî li ser xwîna Qasimloyan û Şerefkendiyan û hemû şehîdên din ji bo vê yekê hat damezirandin û ew berdewamiya şehîdên Rojhilat e."

    Herwiha Mezlûm anî ziman ku "Em ê ji bo hemû şehîdên Rojhilatê Kurdistanê çalakî û merasîman lidar bixin. PJAKê her tim ji bo bîranîna şehîd Qasimlo û Şerefkendî û hemû pêşengên riya azadiya Kurdistanê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û li Ewropa çalakî lidar xistiye û wê ji bo rêzgirtina li hemberî xwîna van şehîdan di siberojê de jî hewl bide ku bi hestê niştimanî û şoreşgerî çalakiyan lidar bixin. PJAK wê her tim hewl bide û bixwaze bi partiyên Kurdan yên din re nêzîkê hevdu bibin."

    PJAK rêxistineke ji rêxistinên Kurdistana Îranê ye û weke nêzîkê PKKê tê nasîn. Herî dawiyê hatibû îdiakirin ku di navbera endamên PJAKê û pêşmergeyên PDK-Îyê de pevçûn derketiye lê ev îdia nehat pişrast kirin.

    Dr. Evdirehman Qasimlo serok û pêşengê PDK-Îyê bû û di 13ê Tîrmeha 1989a de li Viyene ya paytexta Awusturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDK-Î Ebdûlla Qadirîzade û Dr. Fazil Resûlê ji Herêma Kurdistanê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

    Bi heman mijarî:

    PJAK û Pasdarên Îranê pevçûn: 3 Pasdar htin kuştin
    PJAK: ‘Tirkiyayê 3 gerîlayên me kuştin’
    Dr. Ebdurahman Qasimlo di têkoşîna kurdan de dijî
    PDK-Î: Gelê Rojhilat bi me re ye
    Etîketan:
    qetilkirin, berdewamî, rêzgirtin, salveger, PDK-Î, Komara Îslamî ya Îranê, PJAK, Şervîn Mezlûm, Ebdurahman Qasimlo, Kurdistan, Ewropa, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de