19:55 21 Sibat 2018
Zindî
    Şanlıurfa’da, işyerinden evine giden 22 yaşındaki Sedat Alındı’nın bıçaklanarak cep telefonu gasp edildi. Gencin oturduğu mahalle sakinleri, gaspın Suriyeliler tarafından yapıldığını öne sürerek mahallelerindeki Suriyelilere tepki gösterdi.

    Li Rihayê li hemberî Sûriyeyiyan nerazîbûn hat nîşandan

    © Foto: DHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Rihayê ciwanekî bi navê Sedat Alindi (22) wexta ku ji cihê kar diçû malê hat kêrkirin û telefona wî hat dizîn. Niştecihên taxa wî ciwanî gotin va diziya ji aliyê Sûriyeyîyan ve hatiye kirin û li hemberî Sûriyeyiyan nerazîbûn nîşan dan.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku bûyer duh şev li taxa Tirk Meydaniyê qewimî. Li gorî îdiayê ciwanê bi navê Sedat Alindi yê ku ji aliyê 4 kesan ve pêşiya wî hat birîn, ji piyê xwe hat kêrkirin û telefona wî hat xesp kirin. Niştecihên taxê gava ku dîtin Alindi hatiye kêrkirin, agahî dan polîs û tîmên tenduristiyê. Alindi yê ku ji piyê xwe birîndar bû, dest bi tedaviya hat kirin û polîsan jî ji bo dîtina gumanbaran dest bi xebatê kirin.

    Herwiha hat diyar kirin ku bi şev tevlê muxtarê taxê komek niştecihên taxê li parkekê kom bûn û li hemberî Sûriyeyiyan nerazîbûn nîşan dan. Muxtarê Taxa Tirk Meydanê Mûstafa Sarikinaci li ser navê komê axivî û got "ne aramî ne jî ewlehiya canê me maye. Em dixwazin tavilê pêşiya van kesan were girtin, da ku li hemberî însanên xesp û diziyê nekin."

    Bi heman mijarî:

    Li Riha û Mêrsînê operasyonên DAIŞê
    Mehmet Ocalan: Divê Riha li dijî tecrîd û êrişan rabe piya
    Ji bo encamên hilbijartinê HDPê li Riha û Xarpêtê jî îtiraz kir
    Li Riha û Kopê 12 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
    Etîketan:
    niştecihên taxê, telefon, kêrkirin, xesp û dizî, nîşandan, nerazîbûn, Mûstafa Sarikinaci, Taxa Tirk Meydanê, Sûriye, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de