02:29 17 Tebax 2017
Zindî
    Berava Konyaaltiyê ya Antalyayê ku her salê bi hezaran tûrîst tênê, vala ye.

    'ji St. Petersbûrgê ji bo Antalyayê firînên charter yên pêşîn diyar bû'

    © Foto: DHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 310

    Piştî rakirina qedexeya Tirkiyeyê ji bo operatorên Rûs hat diyar kirin ku ji St. Petersbûrgê ji bo Antalyayê sefera firînê ya pêşiyê wê di 14ê Tîrmehê de dest pê bike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî medyaya Rûsyayê ji şîrketeke Balafirxaneya Pûlkovo ya St. Petersbûrgê bi dest xistiye ji bo Antalyayê firîna charter ya pêşîyê ji bo 7ê Tîrmehê dihat plankirin lê paşê ev dîrok ji bo 14ê Tîrmehê hat taloq kirin.

    'DÊ BIRYARA FERMÎ YA HIKUMETÊ WERE PAYÎN'

    Berdevka çapemeniyê ya Yekîtiya Tûrîzmkarên Rûsyayê Îrîna Tûrîna jî diyar kir ku nûçeyên di derbarê dîroka destpêkirina firînên charter yên ji bo Tirkiyeyê ‘bêbingeh' in. Tûrîna dest nîşan kir ku ew ne li bende ne ku van firînan di demeke kin de dest pê bike û got heta ku biryara fermî ya hikumetê tune be ne pêkan e ku firînên chraterê dest pê bike.

    Rojnameya Kommersantê jî nivisî bû ku ji bo destpêka firînên charter yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de biryara hikumetê ya fermî tune ye, firîn niha bi seferên rêkûpêk pêk tên.Di nûçeya heman rojnameyê de hatibû diyar kirin ku ji ber ku firînên charter tune ne, pakêtên geştê yên ji bo Trikiyeyê biha ne û loma jî têra xwe daxwaz tune ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê dest pê dikin
    Rûsya:'Em tevahiya îtxalata fekî û sewzeyê ji Tirkiyeyê tê qedexe dikin'
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
    Etîketan:
    firînên charter, diyar bû, dîrok, Balafirxaneya Pûlkovo, Ajansa TASSê, Îrîna Turina, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de