02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Merkel: Ewlekariya Ewropayê bi hevkariya Rûsyayê dikare çêbibe

    © AP Photo/ / Michael Sohn
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokwezîra Almanyayê got ku li Ewropayê ewlekariya mayinde ne bi dijberiya Rûsyayê, lê bi hevkariya Rûsyayê dikare çêbibe.

    Navenda Nûçeyan — Merkel beriya Lûtkeya NATOyê li Meclîsa Federal daxuyaniyek da. Serokwezîra Almanyayê balkişand ser dema çêkirina Lûtkeya NATOyê ya wê li Varşovayê çêbibe ku rewşa ewlekariya Ewropayê ji hêleke mezin ve hatiye guhertin lidar dikeve.

    Merkel li ser girîngiya hevkariya hevalbendiyê kir û diyar kir ku divê xebatên ewlekariyê û stratejiya pêşîlêgirtinê yên NATOyê bibin mayinde. Merkelê pişta wê gavê girt ku leşkeran li welatên Baltikê û li Polonyayê bi cî bikin. Li gorî Merkelê zûbizû şandina leşkeran ne bes e û divê hebûnek xurt bê nîşandan.

    ‘PÊŞÎLÊGİRTİN Û DIYALOG DU XALÊN KU JI HEV QUT NABİN'

    Serokwezîra Almanyayê li ser girîngiya hevdîtinên bi Rûsyayê sekinî û diyar kir ku pêşîlêgirtin û diyalog ne du xalên dijberî hev in, du xalên ku ji hev qut nabin. Merkelê daxwaz kir ku di navbera NATOyê û Desteya Rûsyayê de hevdîtin pêk bên û wiha got: "Ewlekariya mayinde ne bi dijberiya Rûsyayê, lê belê bi wê re dikare çêbibe." Merkelê herwiha anî ziman ku divê têkoşîna dijterorê bi biryarî û bi aqilmendî bê meşandin.

    Angela Merkel, aşkere kir ku serokdewlet û serokwezîrên li Varşovayê bicivin, wê diyarbikin ku ew ji bo mijara balafirên Awacsê yên NATOyê li hemberî DAIŞê piştgiriya hevpeymana navdewletî bikin, amade ne.

    Bi heman mijarî:

    Merkel: "Dive YE ji Rûsyayê hetanî Portekîzê têxe nava hedefa ekonomîk a hevpar"
    Merkel: Heqaretên li parlementerên esiltirk tên kirin, nayên fêmkirin
    Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
    Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim ji bo Merkel: Em di nava endîşeyan de dişopînin
    Merkel: Em dixwazin siberojeke kurdan hebe
    Etîketan:
    NATO, Angela Merkel, Rusya, Varşova, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de