22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Xeta sînor

    Terorîstê DAIŞê: Ji Tirkiyê derbasbûna Sûriyeyê hêsan bû

    © Foto: Evrensel
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    RTyê şopa du kesên ji Komara Osetyaya Başûr ajot ku du sal berê winda bibûn û dihate texmînkirin ku ji bo beşdarî nava DAIŞê bibin çûne Sûriyeyê. RTyê di encama ajotina şopê de gihişt blogekê ku navê her du kesan tê de cî digire.

    Navenda Nûçeyan — Navê van kesan Zalina û Havva ye. Her du keç li gundê Mayskoyê yê Komara Osetyaya Başûr ya Rûsyayê dijîn û salek berê winda bûn. Li gorî baweriyê Zalina û Havva ji bo beşdarî nava DAIŞê bibin çûne Sûriyeyê. RTyê şopa her du keçan şopand û gihişteke blogekê ku navê wan jî tê de ye.

    Li gorî ragihandina cîranên wan, ji roja ku windabûne ti agahî ji her du keçan nehatiye standin. Herweha lêgerîna polîsan jî encam nedaye.

    Gundiyên ji RTyê re axivîn diyar kirin ku, ji nişka ve Zalina û Havvayê serê xwe girtin lê derbarê radîkalîzebûna wan de ti nîşane nedîne. Di vê navberê de gundî di mijara çûna keçik an a nava DAIŞê de bêşik in.

    Li Kafkasyayê gelek kes ji bo li gel DAIŞê şer bikin yan jî bi cîhadîstan re bizexicin diçin Sûriyeyê. Jixwe nûçegîhanê RTyê jî gihişte rûpelek blogê ku lîsteya kesên li İnguşetyayê winda bûne û têbawerkirin ku li Sûriyê ne. Di profîleke di vê blogê de tê gotin ku; "Firiya bajarê Stenbolê ê tirkiyê, pişt ra navbeynkarekî ku ji bo DAIŞê dixebite ew bi rêyên dijyaseyî bir ser sînorê Sûriyeyê."

    Kesekî bi nasnav Zurab ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe yê rastîn bibêje, ji nûçegîhanê RTyê re daxuyand ku, li Stenbolê bi zilamekî dagistanî re hevdîtin kiriye û ew bûye alîkar ku derbasî Sûriyeyê bibe.

    Zûrab diyar kir ku li eksî zanyariyan derbasbûna Sûriyeyê gelekî hêsan e û ev agahî dan: "Ne pêwîste ku hûn bi erebî bizanin. Li balafirxaneyê (stenbolê) kesekî dagistanî hebû. Jiber ku wî bi erebî dizanîbû ji me re wergêrî kir. Ji bo her grûbekî navbeynkarekî wan hebû."

    Bi heman mijarî:

    Qadîrov ji bo îadekirina terorîstên Çeçen bang li Erdogan kir
    Nasnameya terorîstên Balafirxaneya Ataturkê diyar bû
    Terorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombekirî êrişî Şingalê kirin
    Yek jê serkirde 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    "Terorîstên birîndar bi pîkapan tînin Tirkiyeyê"
    Etîketan:
    sînorê Tirkiyê û Sûriyeyê, terorîst, Russia Todayê (RT), DAIŞ, Havva, Zalina, Komara Osetyaya Başûr, Gundê Mayskoyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de