22:19 17 Tebax 2017
Zindî
    polîsên DYAyê

    Li DYAyê di hefteyekê de polîsan 2 reşik kuşt

    © AFP 2017/ Mandel Ngan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Li eyaleta Louisiana ya DYAyê piştî ku derket holê polîsan reşikek kuştiye, niha jî li Mennesotayê polîsan welatiyê reşik ê bi navê Philando Castile kuştiye. Castile di nava wesayita xwe de bi guleyên polîsan ve hate kuştin.0

    Minnesota- Li eyaleta Minnesotayê ya DYAYê wesayita ku Philando Castile û hevala xwe tê de, ji hêla polîsan ve hate sekinandin. Li gorî îdiayê dema ku Castile xwestiye ehliyeta xwe derxe, polîsan gule bera ser wî dane.

    Piştî ku Castile rastî guleyan hat, hevala wî ji ser facebookê dest bi weşana zindî ikr. Di van dîmenan de tê dîtin ku polîsan berê çekên xwe dane Castilê di nava xwînê de.

    Hevala Philando Castile bûyer di weşana zindî ya Facebookê de weşand
    © Foto: Facebook
    Hevala Philando Castile bûyer di weşana zindî ya Facebookê de weşand

    Jinikê da xuyakirin ku hevalê wê beriya polîs gule berdin, ji wan re gotiye ku çeka wî ya bi ruxset heye. Di dîmenan de dengê jinikê te ku dibêje, "Begê min wê çar gule bera wî da. Tenê ehliyat û ruxseta xwe derdixist begê min".

    Di vê navberê de di videoyê de tê xuyakirin ku di paşiya wesayitê de zarokekî biçûk rudinê.

    Li DYAyê roja sêşemê li paytexta Louisianayê Baton Rougeyê, reşikekî bi navê Alton Sterling ji hêla polîsa hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Polîsan li Cizîrê avêt ser avahiya Komeleya Rojavayê
    Polîsan êrişî mala dayika aştiyê Zekiye Kayayê kir!
    Etîketan:
    reşik, polîs, kuştin, Alton Sterling, Philando Castile, Louisiana, Minnesota, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de