00:59 19 Tebax 2017
Zindî
    Li Reyhanliyê li malekê di encama teqînekê de 2 kesên ji Sûriyê mirin

    Têkiliyên kesên ku li Reyhanliyê mirine tê lêkolînkirin

    © Foto: AA/Cem Genco
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Derkete holê ku kesên li navçeya Reyhanliya Hatayê, di dema çêkirina teqemeniyê de, ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dane Usam İsa û Rahmi Hadad'in û ji Sûriyê ne. Hêzên asayişê xebat dan destpêkirin ku gelo têkiliya van kesan bi ti rêxistinan re heye an na?

    Hatay — Duh saet li derdora 16.30 deqîqeyan de li Kolana Şehit Sedat Pişen, di tebeqeya 2emîn a avahiyeke 3 tebeq de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 2 kes bi giranî birîndar bûn. Li ser teqînê gelek polîs çûn ciyê bûyerê û tîmên tenduristiyê jî ji bo ciyê bûyerê hatin şandin. Derkete holê ku her du kes ji Sûriyê ne û dest û lingên wan ji ber teqînê qut bûne û li nexweşxaneyê mirine.

    Di encama lêgerîna polîsan de li malê devançeyek û dengbira wê hatiye bidest xistin. Herweha jineke ji Sûriyê hate desteserkirin ku di dema teqînê de li metbexa malê bû û ti ziran nedîye.

    Di encama lêkolînê de derket holê ku teqîn ji ber teqemeniyeke ku dihate amadekirin pêk hatiye.

    Dîsa di encama lêkolînê de hate zanîn ku navê yekî ji wan Usam İsa ye û yê din jî Rahmi Hadad e û 2 meh berê hatine Reyhanliyê. Polîsan wesayita wan a plaka wê 31 MB 298e ji bo lêgerînê bir baxçeyê asayişê. Polîsan derbarê têkiliya wan bi rêxistinên terorê re dest bi lêkolînê kir.

    CÛREYÊ TEQEMENİYÊ NEHATE ZANÎN

    Cûreyê teqemeniya di bûyerê de hatiye bikaranîn nehate zanîn. Ji ber wê jî polîsan mînak ji teqemeniyê şandin Laboratuvara Kriminolojiya Emniyetê. Di encama lêkolîna li vir de wê cûreyê teqemeniyê derkeve holê.

    Parlamenterê CHPê yê Hatayê Hilmî Yarayici ragihand ku kartên nasîner ên biyaniya li ser van kesan derketiye û ev kart ji hêla saziya AFADê hatiye dayin ku ev sazî bi Serokwezaretiya Tirkiyê ve girêdayî ye. Yarayici herweha diyar kir ku jina hatiye desteserkirin hevjîna yek ji wan her du kesan e.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê teqîn- 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li Hesekê teqîn: 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 birîndar hene
    Li Ûrdûnê li pêşiya kampa penaberan teqîn: 2 kuşt û gelek birîndar
    Li Qamişloyê teqîn pêk hat
    Li Balafirgeha Pudongê teqîn!
    Li Şehbayê teqîn: Bav û kur birîndar bûn
    Etîketan:
    rêxistinên terorê, teqîn, Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD), CHP, Hilmi Yarayici, Usam İsa, Rahmi Hadad, Hatay, Reyhanli
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de