20:23 17 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Ewropayê ji bo Ûkrayna, Gurcîstan û Kosovayê muafiyeta vîzeyê anî

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Komîteya Peywendiyên Derve yA PEyê ji bo hemwelatiyên Ûkrayna, Gurcîstan û Kosovayê biryara mûafiyeta vîzeyê qebûl kir.

    Navenda Nûçeyan — Komîteya Peywendiyên Derve ya PEyê li starzbûrgê kom bû û diyar kir wan ku ji bo serbestiya vîzeyê ya her 3 welatan şertên pêwîst bi cih anîne û wê di demeke kin de li lîsteya welatên ku dikarin bê vîze biçin welatên YEyê, werin zêdekirin.

    Hat ragihandin ku endamên komîteyê diyar kirin ku bi serbestiya vizeyê ya ji b ovan welatan dê armancên stratejîk yên YEyê bi hêz bike.

    Hat eşkere kirin ku di dengdayina komîteyê de ji bo mûafiyeta vîzeyê bide Ûkraynayê 42 dengên erê, 3 dengên na, ji bo Gûrcîstanê 43 dengên erê, 5 dengên na, ji bo Kosovayê jî 38 dengên erê, 7 dengên na derket.

    Rapora Komîteyê dê ji bo Komîteya Azadiyên Sivîl ya PEyê were şandin û di meha îlonê de li vir dê were nirxandin. Tê payîn ku biryara serbestiya vîzeyê ya ji bo Ûkrayna, Gurcîstan û Kosovayê din ava vê salê de were eşkere kirin.

    Bi heman mijarî:

    PE:'Serbestiya vîzeyê di hezîranê de zor e, wê bimîne meha cotmehê'
    PE: Heta ku 72 krîter pêk neyên ji bo Tirkiyê serbestiya vizeyê çênabe
    PE dê sibê mijara serbestiya vîze ya Tirkiyeyê gotûbêj bike
    PE: 'Bê Kurdistanê aştî nabe!'
    Etîketan:
    dengdayîn, qebûlkirin, serbestiya vîzeyê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Komîteya Peywndiyên Derve ya PE, Ewropa, Kosova, Gurcîstan, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de