02:24 18 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Me lêborîna Tirkiyeyê ya derengmayî qebûl kir

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 2410

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova anî ziman ku divê Tirkiyeyê pir zûde ji Moskovayê lêborîna xwe bixwesta û got "derengbûna wê ji nebûnê baştir e. Ji bo nûkirina peywendiyên bi Enqereyê re çi pêwîst be, em hemû tiştî dikin."

    Navenda Nûçeyan — Zaharova li Qirimê li baregeha havînê ya Artekê civîna çapemeniya lidarxist û got ji bı nûkirina peywendiyên bi Tirkiyeyê re çi pêwîst be, em hemû tiştî dikin.

    Zaharova wisa axivî "Mûeyîdeyên aborî tên rakirin ji berk u Tirkiyeyê lêborîn xwest. Ya rast divê Tirkiyeyê va yeka pir zûde bikira. Lê derengmayîna wê ji nebûnê baştir e. Me va lêborîna qebû kir. Ji bo ku peywendî ji nû ve destpê bike, çi pêwîst be, me kir.

    ‘DIVÊ TIRKIYE FÊM BIKE KU PIŞTGIRIYA MILÎTANAN NEKE'

    Zaharova diyar kir ku ew hêvî dikin ku Tirkiye wê di mijara piştgiriya milîtanên li Sûriyeyê de ku ‘nayê qebûlkirin', Rûsyayê guhdar bike.

    Zaharova got "em hêvî dikin ku Tirkiye wê fêm bike ku piştgiriya milîtanên li Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin û ji bo vê yekê em her tiştî dikin" û dest nîşan kir ku em ê vê mijarê her tim him di hevdîtinên dualî de him jî di platformên navneteweyî bînin rojevê.

    ​Zaharova di heman demê de diyar kir ku normalîzebûna peywendiyên bi Tirkiyeyê re nayê wê wateyê ku em mijarên bi pirsgirêk ji bîr bikin.

    Herwiha Zaharova anî ziman ku ew ji ber êrîşa Balafirxaneya Ataturkê desteserkirina hemwelatiyê xwe dişopînin û got me ji bo milîtanê Çeçen Ahmet Çatayev ê ku wek plangerê êrîşa balafirxaneya Stenbolê tê qebûlkirin, biryara lêgerînê ya navneteweyî derxistibû.

    'JI BER ÎŞXALA IRAQÊ DIVÊ HINEK BERPIRSYAR WERIN GIRTIN'

    Zaharova li ser rapora Chîlcot ku di debarê rola Îngilîstanê ya di Şerê Iraqê yê 2003an de daneyên herî berfireh di xwe dihewîne, got "vê raporê pozîsyona Rûsyayê pejirand, da ku Rûsyayê digot destdana karên navxweyî yên welatekî din şaş e."

    ​Herwiha Zaharova dest nîşan kir ku "Rûsya berê 2003yan digot îşxalkirina Iraqê şaş e. Kampanyay Iraqê derqanûnû bû, hewceyê vê yekê nedikir." Dîsa Zaharova anî ziman ku divê hinek ji ber îşxala Iraqê berpirsyar were girtin.

    WATCH LIVE: @mfa_russia's spox #Zakharova gives her weekly press briefing… from #Crimea! https://t.co/MtEOQK3cVL pic.twitter.com/R9TX1WnH6J

    ‘RÛSYA DI FAALIYETÊN XWE YÊN LEŞKERÎ DE NERM E’

    Li gel vê yekê Zaharova daxuyaniyên rayedarên Swedî yên bi şiklê Rûsya li hemberî welatê wan ‘dibe tehdît’ wek ‘kampanyay enformasyonê bi nav kir’ û diyar kir ku Rûsya di warê faaliyetên leşkerî de nerm e.

    ​Zaharova di heman demê de ragihand ku modernîzekirina artêşa Rûsyayê ji bo çalakiyên NATOyê bersivek e û got ev nayê wê wateyê ku Rûsya êrîşkar e.

    Zaharova herwşha lê zêde kir ku ew dixwazin van mijaran bi Swedê re bipeyivin lê Stockholm raste rast ji diyalogê direve.

    Bi heman mijarî:

    Zaharova: Êrîşa terorê ya li Stenbolê êşa me ya hevpar e
    Zaharova: daxuyaniyên Washîngtonê yên li ser Rûsyayê bi hilbijartinan ve girêdayine
    Zaxarova: ‘Zindî kirina têkiliyên Rûsya-Tirkiyayê ji bo me girînge'
    Zaxarova: "Tirkiyeyê gaveke rast avêt"
    Etîketan:
    îşxalkirin, berpirsyar, girtin, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Mariya Zaharova, Îngilîstan, Swêd, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de