22:19 17 Tebax 2017
Zindî
    Putin'in ulaşım yöntemleri-St. Petersburg

    Peskov: Ti gerên Pûtîn nehatin betalkirin

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov got ku berovajiyê nûçeyên ku di çapemeniyê cih girtin, ti gerên Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nehatite betalkirin.

    Moskova — Peskov daxuyanî dan çapemeniyê û got "Ti tişt nehat betalkirin. Em tenê daxuyaniya gerên Serokdewlet (Pûtîn) yên ku mîsoger dibin, didin."

    Tê ragihandin ku va daxuyaniya Peskov, piştî nûçeyên di derbarê serdana Pûtîn ya Fînlandiyayê de û hin nûçeyên di derbarê betalkirina gerên Pûtîn yên li nava Rûsyayê de, hat.

    ​Herwiha rojnameyên Vedomostî û RBKê nivisîbûn ku serdana Pûtîn ya 5ê Tîrmehê ya ji bo herêma Altayê, serdana 6ê tîrmehê ya ji bo Yakûtîstanê û serdana 7ê tîrmehê ya ji bo Novgorodê hatiye betalkirin. Li gel vê yekê jî Kremlînê ti daxuyaniyeke fermî nedabû ku Pûtîn dê serdana van herêman bikin.

    ​Ji aliyê din ve tê gotin ku sala borî jî di derbarê tendustiriya Pûtîn de ji ber ku demekê derneket hemberî rayagiştî, hin nûçeyên spekulasyon derketibû. Pûtîn jî piştî vê demê, gava ku derket hemberî çapemeniyê van spekulasyonan wek ‘kurtepist' bi nav kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Erdogan dibe ku berê G20ê hevdîtinê bikin
    Peskov: "Tu eleqeya hikumeta rûsî bi korsanên kompîteran re tuneye"
    Peskov bersiva Clinton da: ‘Em ê çima cejnê bikin?'
    Peskov, sedema tevlînebûna Pûtîn a zîrweya Stenbolê eşkere kir
    Etîketan:
    betalkirin, nûçe, serdan, Dmîtriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Fînlandiya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de