04:33 21 Îlon 2017
Zindî
    Licê

    Raci Binici: Rewşa Licê weke ya Sûrê ye

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 59410

    Li Licê di çarçoveya operasyona leşkerî de îro li gundikê Mehlê 2 kes hatin kuştin. Li gor îdiaya gundiyan ev kes gundî ne. Lê rayedarên fermî van kesan weke ‘terorîst' binav dikin. Herweha şewata daristanên Licê jî berdewam dike.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Licê ya Amedê piştî ku biryara qedexeya derketina derve stand operasyonek berfireh dest pêkir. Operasyon bi piştgiriya hêzên hewayî lidar dikeve û balafir û helikopter gundewarên Licê topbaran dikin. Li gorî ragihandina hikûmeta AKPê û Walîtiya Amedê operasyon li hemberî PKKê lidar dikeve û di dema operasyonan de zeviyên kenewîrê hatine bidest xistin ku daxuyaniyên fermî îdîa dikin ku yên ji hêla PKKê ve hatine çandin.

    ŞEWATA DARISTANAN BERDEWAM DIKE

    Herweha di çarçoveya operasyonan de li herêmek gelek berfireh daristan hate şewitandin. Heta niha kêm caran pevçûn di navbera hêzên PKKê û leşkerên tirk de derketiye. Li gorî ragihandina fermî di pevçûnekê de 3 leşker birîndar bûne û di yeka din de jî 2 leşkeran can dane.

    Parlamenterên HDPê li hemberî operasyonê û şewitandina daristanan li parlamenê gelek caran daxuyanî dan û xwestin ku qedexe û operasyon bidawî bibin. Herweha ji bo vemirandina agirê daristanan jî bangewazî li hikûmetê kirin.

    2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Îro li gundikê Mehlê yê bi ser Kerwasê ve girêdayî leşkeran di dema operasyonê de agir bera rezên tirî dan. Komeke ji 20 kesan pêk tê xwestin ku mudaxeleyî agir bikin rastî mudaxeleya leşkeran hatin û hate gotin leşkeran ew girtine berçavan. Lê nayê zanîn ku ew bi ku ve birine. Dîsa li heman gundikî dengê guleyan hatiye û di encama wê de cenazeyê 2 kesan hatiye dîtin.

    Rojnameger Veysi Polat ragihand ku piştî bûyer qewimiye ew bi gundiyan re awiviye û gundiyan ji wî re gotine ku li nava gund 2 cenaze hene, lê ji ber ku qedexeya derketinê heye ew nikarin biçin ser cenazeyan. Li gorî heman agahiyê ev kes gundî ne û navê yekî ji wan jî Erdal Kocakaya yê 40 salî ye. Yê din jî Mevlut Kocakayaye û temenê wî 24 e.

    ROJNAMEGER POLAT: 'DEMEKE DIRÊJE KU OPERASYONEK WIHA BERFIREH ÇÊNEBIBÛ'

    Veysi Polat bixwe jî ji Licê ye û salên dirêj li herêmê rojnamegerî kiriye. Li gorî nirxandina wî tiştên ku diqewimin ne kêmî bûyerên salên 1990î ne. Polat dibêje ku demeke dirêje operasyoneke bi vî awayî berfireh nehatiye lidar xistin û tiştên ku xuya dike wê operasyon demeke dirêj berdewam bike.

    RACI BINICI: 'DIŞIBE REWŞA SÛRÊ'

    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ê Şaxê Amedê Raci Binici jî derbarê operasyonê de heman tiştî difikire. Ew jî dibêje wê demeke dirêj berdewam bike û rewşê dişibîne ya Sûrê. Binici li ser navê IHDê ew û çend hevalên xwe xwestin biçin ciyê ku operasyon lê diqewime. Lê destûr nestandin û tenê karîbûn biçin nava Licê. Lê li gorî agahiyên wî, ji gundewaran agahî nayê standin. Şanda IHDê piştî vegeriyan Amedê derbarê rewşê de raportek amade kir û bi raya giştî re par ve kir. Serokê IHDa Amedê Raci Binici duh bi alîkarê Waliyê Amedê re hevdîtin kiriye û alîkarê walî ji wî re gotiye ku ew ê bersivê bide wan lê heta niha jî ti bersiv nedaye.

    Bi heman mijarî:

    Meşa amediyan ya ber bi Licê dest pê kir
    Li navçeya Licê pevçûn: 2 leşker hatin kuştin
    75 mertalên zindî li Licê hatin desteserkirin
    Daristanên Licê tên şewitandin
    Etîketan:
    IHD, Walîtiya Amedê, PKK, AKP, HDP, Erdal Kocakaya, Veysi Polat, Raci Binici, Mehlê, Kerwasê, Licê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de