03:17 23 Îlon 2017
Zindî
    Aldar Xelîl

    Aldar Xelîl: Siyaseta Tirkiyeyê têk çû, Rûsya bi ser ket

    © Foto: Civaka Azad
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku peywendiya hikumeta Tirkiye û Rûsyayê wê ti bandorê li ser Rojava û pêşketina xebatên wê neke û got ev tifaqa têkçûna siyaseta Erdogan û serkeftina siyaseta Rêveberiya Xweser nîşan dide.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kiriye ku Tirkiye di destpêka Şoreşa Sûriyeyê de xwest ku bibe xwediyê roleke mezin û ji bo vê yekê jî piştgiriya gelek komên çekdar yên wekî Cebhet El-Nûsra û DAIŞê kiriye lê ev siyaseta Dewleta Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû.

    Aldar Xelîl anî ziman ku Tirkiyeyê xwest midaxeleyê Misir, Lîbya û Tûnisê jî bike lê di wê siyaseta xwe de bi ser neket û niha li Sûriyeyê jî siyaseta wê têk diçe û got "Pilanên Rûsya, Amerîka û welatên din ji bo Sûriyeyê hene. Pilana Tirkiyeyê jî hebû lê ji ber siyaseta şaş ya Tirkiyeyê di navbera Tirkiyeyê û hevpeymana navdewletî de bêbawerî çêbû."

    Xelîl di derbarê peywendiyên dawî yên Tirkiye û Rûsyayê de jî dest nîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî 7 mehan lêborînê ji Rûsyayê xwestiye û bi vî awayî şûnde gav avêtiye. Aldar Xelîl da diyarkirin ku peywendiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de wê ti bandorê li ser Rojava û xebatên rêveberiya xweserî ya demokratik neke û got "xebatên Rêveberiya Xweserî ya Demokratîk tên meşandin û ti eleqeya wan bi van peywendiyên ku tên kirin re tune ye. Lê Rûsya li Sûriyeyê xwediyê roleke stratejîk e. Yanê bi hinek peywendiyan nayê bawerkirin ku hem3u polîtîkayên xwe biguherîne. Û ya girîng ew e ku Rûsya bi ser ket."

    Herwiha Xelîl anî ziman ku dibe ku Rûsya wiha li Erdogan bike ku Erdogan mecbûr bimîne bi Esad re rrûne û tifaqê çê bike û got "hewldanên Erdogan ji bo ku bi rejîma Esad re bicive çêbûne."

     

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Misrê û nûnerê Rojava li Parîsê hatin ba hev
    Aldar Xelîl: ‘Hatina heyeta Amerîkî tê wateya naskirina PYDê'
    Aldar Xelîl: 'Federalî mafê hemû pêkhateyan garantî dike'
    Tirkiya ji bo nûnertiyên PYDê bertek nîşanê welatên Rojava da
    Etîketan:
    lêborîn, bandor, têkçûn, siyaset, TEV-DEM, Recep Tayîp Erdogan, Aldar Xelîl, Rûsya, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de