01:21 26 Îlon 2017
Zindî
    KCK

    KCK: ‘Polîtîkayên AKPê bûye sedema êrişa balafirxaneyê'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    KCKê êrîşa li ser Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Li gorî daxuyaniya KCKê, polîtîkayên AKPê bûye sedema êrîşên bi vî awayî.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, Hevserokatiya KCKê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir. KCKê di daxuyaniya xwe de AKPê weke berpirsiyarê bingehîn ê êrîşê dinirxîne. Di daxuyaniya KCKê de wiha hatiye gotin; "Desthilatdariya AKPê, ji ber dijminatiya kurdan DAIŞê xwedî kiriye û bi wê re ketiye nav hevalbendiyeke qirêj. Desthiatdariya AKPê çawa ku ji bo desthilatdariya xwe biparêze di nava salekê de Tirkiyê kiriye qada şer, bi heman awayî ji ber dijminatiya kurdan çavê xwe ji qetlîam û xebatên DAIŞê yên li Tirkiyê re girtiye û rê li ber qetlîama Stenbolê vekiriye."

    Di daxuyaniya KCKê de tê îdiakirin ku AKP êrîşa balafirxaneyê, ji bo berdewamiya polîtîkayên li hemberî kurdan weke amûrekê bikar tîne û wê di demên pêş de vê polîtîkaya xwe berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya terorîstên Balafirxaneya Ataturkê diyar bû
    Hikumeta Kurdistanê êrişa Balafirxaneya Ataturkê şermezar kir
    PKKê li ser teqînên balafirxaneya Ataturkê daxuyanî da: "Em red dikin"
    Salih Muslîm teqînên Balafirxaneya Ataturkê şermezer kir
    Li balafirxaneya Vnukovaya Moskovayê alarma bombeye
    Etîketan:
    polîtîka, teqîn, DAIŞ, AKP, KCK, Balafirxaneya Ataturkê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de