08:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Dozgeriyê bang li Demîrtaş kir lê Demirtaş naçe

    © Foto: AA/ Dursun Aydemir
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê banga li Hevserokê HDPê Demîrtaş kir ku îfadeya xwe bide. Hevserokê HDPê Demirtaş diyar dik ku li gorî biryara ku hatiye standin ew naçe dayina îfadeyê.

    Enqere — Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bang li Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş kiriye ku biçe îfadeyê bide.

    Serdozgeriya Komarî ya Mersînê ji ber axavtineke Selahattin Demîrtaş doz vekiribû û ji bo vê dozê daxwaz ji Serdozgeriya Enqereyê kiriye ku îfadeya Demîrtaş bistîne. Hate zanîn ku doz li ser axavtineke Selahattin Demîrtaş hatiye vekirin. Dozgerî îdia dike ku Selahattin Demirtaş di axavtina xwe de heqaret li leşker û hêzên asayişa dewletê kiriye.

    Li ser vê agahiyê Demirtaş diyar kir ku ew naçe îfadeyê nade. Alîkara Hevsekorên HDPê Aysel Tugluk ji Sputnikê re got ku, wan biryar girtiye û parlamenterên wan naçin îfadeyan. Di vê çarçoveyê de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî naçe îfadeyê nade.

    Di vê navberê de ji bilî Demirtaş, ji bo parlamenterên HDPê Bedrat Ozturk û Dirayet Taşdemir jî daxwaza îfadeyê hatiye şandin.

    Bi heman mijarî:

    Dozgeriyê vê carê jî bang li Ayhan Bîlgen kir
    Dozgeriyê bang li 2 parlementerên HDPyî kir
    Piştî rakirina parêzbendiyan fezleke ji Serokwezîriyê re hat şandin
    Ji ber Dundar û Gulî fezleke ji Demîrtaşî re hat
    Fezlekeyên Demîrtaş û Kiliçdaroglû şandin berdestê serdozgeriyê
    Fezlekeyên parlamenterên HDPê şandin serdozgeriya Amedê
    Etîketan:
    îfade, rakirina parêzbendiyan, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de