22:49 26 Îlon 2017
Zindî
    Gerînendeyên giştî

    Fincancı û Onderoglu serbest hatin berdan

    © Foto
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 601

    Şebnem Korur Fincanci û Erol Onderoglu serbest hatin berdan ku ji ber piştgiriya kampanyeya bi rojnameya Ozgur Gundemê re kiribûn hatibûn desteserkirin. Piştra jî ew şandibûn bendîxaneyê.

    Stenbol — Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TİHV) û Nûnerê Tirkiyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu serbest hatin berdan. Fincanci û Onderoglu ji ber ku piştgiriya kampanyeya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn û bibûn ‘gerînendeyê nobedar' li gel nivîskar Ahmet Nesin hatibûn desteserkirin. Piştî ku Fincanci, Onderoglu û Nesin derketin pêşberî dadgehê bi îdiaya ‘propagandeya rêxistina terorê' ew şandibûn bendîxaneyê.

    Parêzerên girtiyan daxwaza serbest berdana Fincanci, Onderoglu û Nesin kirin. Li ser vê daxwazê Fincanci û Onderoglu serbest hatin berdan lê daxwaz ji bo Nesin nehate qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanên ji 18 welatan piştgiriya hersê gerînendeyên nobedar kir
    RSFê li ber Bendîxaneya Metrîsê daxwaza serbestberdana ‘gerînendeyên nobedar' kir
    Ji bo ‘Gerînendeyên nobedar' 14 sal ceza tê xwestin
    3 Gerînendeyên nobedar hatin girtin
    6 navên din rastî lêpirsîna ‘Gerînendeyê nobedar'iyê hatin
    Can Dundar li Ozgur Gundemê bû gerînendeyê nobedar
    Etîketan:
    bendîxane, desteserkirin, serbest berdan, Rojnameya Ozgur Gundemê, Ahmet Nesin, Erol Onderoglu, Prof. Şebnem Korur Fincani
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de