20:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Balyozê Misrê yê Fransayê û nûnerê Rojava yê Fransayê derbarê têkiliyên di navbera Misir û Rojava de hevdîtinek taybet pêk anîn

    Balyozê Misrê û nûnerê Rojava li Parîsê hatin ba hev

    © Foto: ANHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Balyozê Misrê yê Fransayê û nûnerê Rojava yê Fransayê derbarê têkiliyên di navbera Misir û Rojava de hevdîtinek taybet pêk anîn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANHAyê Balyozê Misrê yê li Fransayê Eyhab El-Bedewî ji bo nûnerê Rojava yê li Fransayê Xalid Îsa vexwendnameyek şandibû.

    Li ser vê vexwendnameyê her dû nûner li Parîsê li Balyozxaneya Misrê hevdîtinek pêk anîn. Di navbera El-Bedewî û Xalid Îsa de rewşa navdewletî, ya herêmê û ya Sûriyê hatine gotûbêjkirin. Herweha rewşa Rojava û projeya Federaliya Demokratîk ya Sûriyê jî hatine nirxandin.

    Di demên dawî de derbarê şerê dijterorê, rê û rêbazên pêşxistina têkiliyên hevbeş ên Misir û Rojava de, di navbera her dû aliyan de hevdîtin pêk tên.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Hurriyetê: Misir û PKK hevtîdinan dikin
    Misir: Em amade ne têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bikin
    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Etîketan:
    hevdîtin, Nûnertiya Rojava li Fransayê, Balyozxaneya Misrê li Fransayê, ANHA, Xalid Îsa, Eyhab El-Bedewî, Rojava, Misir, parîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de