19:02 19 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokên HDPê, DBPê, KCDê û HDKê derbarê nîqaşên diyarkirina qeyûmên ji bo şaredariyan û operasyonên li Licê de daxuyaniyek hevbeş dan

    ‘Tevgera Çokşikandinê berdewam dike'

    © Foto: twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hevserokên HDPê, DBPê, KCDê û HDKê operasyona Licê weke berdewamiya operasyonên Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê dinirxînin. Hevserokên her çar rêxistinan diyar kirin ku hikûmeta AKPê ‘Tevgera Çokşikandinê' navçe bi navçe berdewam dike. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di civînê de got ku derbarê pirsgirêka kurd de niha ihtimala gotûbêjan tuneye.

    Amed — Hevserokên HDPê, DBPê, KCDê û HDKê derbarê nîqaşên diyarkirina qeyûmên ji bo şaredariyan û operasyonên li Licê de daxuyaniyek hevbeş dan. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, Hevseroka DBP Sebahat Tuncel, Hevserokên KCDê Hatip Dicle û Leyla Guven, Berdekvê HDKê Ertugrul Kurkçu û Hevserokê Yekîtiya Rêvebiriyên Herêmî yên DBPê Tuncer Bakirhan di civînê de cî girtin ku civîn li Şaredariya Sûrê pêk hat.

    'AKPÊ DIXWAZE CAREKE DIN KURDISTANÊ FETIH BIKE'

    Li ser navê beşdaran Sebahat Tuncel metna hevpar xwend kû wiha tê gotin: "Licê dişewite û tê şewitandin! Wêrankirin û qirkirinên piştê qedexeyên derbarê derketina derve de hatine standin ku bêhiqûqin piştî Silopî, Farqîn, Sûr, Cizîr, Hezex, Gever, Nisêbîn û Şirnexê niha jî hatiye ber deriyê Licê. Di bin navê ‘tunekirina' erdên kenevîrê yên ku li ber çavên leşkeran û di bin kontrola wan de hatine çandin û çinîn, çoltar, çandinî û darên Licê tên şewitandin. Şaredar tên girtin û ji erka xwe dûr tênxistin. Bi dûrxistina şaredarên Dihê û Kercewsê re hejmara şaredarên ji erka xwe hatine dûrxistin gihişte 33ê kesan, 21 ji wan di bendîxaneyê de ye. Desthilatdariya AKPê guhê xwe ji hişyariyên henû cîhanê re guhê xwe girtiye ku dibêjin ‘hûn sûcan dikin' û ‘Tevgera Çokşikandinê' navçe bi navçe berdewam dike ku bi hewesa careke din fetihkirina Kurdistanê re vê tevgerê pêk tîne."

    'AKP ŞERÊ SÛRIYÊ Û IRAQÊ ANÎ NAV TIRKIYÊ'

    Di daxuyaniya hevbeş de li ser rewşa bajarên weke Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Qoserê hate sekinandin û tê îdiakirin ku hikûmet dixwaze ciyê van bajaran biguherîne. Li gorî nirxandina rêxistinên navê wan derbas dibe sedemeke vê gavê jî avakirina ‘herêma tampon'e.

    Nirxandina hevbeş bi van gotinan berdewam dike: "Siyaseta berevanî û ewlekariyê ya ku AKP li derve û hundir dimeşîne, pevçûnên hundir ber bi Sûriyê û Iraqê ve bar dike, pevçûnên li Sûriyê û Iraqê jî ber bi hundir tîne û Tirkiyê û Kurdistanê dike eniyeke şer." Di daxuyaniyê de derbarê hejmara kesên di salekê de jiyana xwe ji dest dane de agahî tên dayin ku di encama êrîşên xwekujiyê de 269 kesan, di encama şerên li bajaran de herî kêm 500 sivîlan û bi hezaran hêzên ewlekariyê û gerilayan canê xwe dane.

    'TÊKILIYÊN BI TIRKIYÊ Û RÛSYAYÊ RE BI PIRSGIRÊKA KURDAN RE GIRÊDAYÎ YE'

    Her 4 rêxistin têkiliyên Tirkiyê bi Rûsya û Îsraîlê re diyar dikin ku, Tirkiye ji bo tevgera li hemberî gelê kurd bide berdewamkirin dixwaze fişara ji derve kêm bike. Di daxuyaniyê de daxwaz tê kirin ku pevçûn bisekinin, operasyon bidawî bibin û muzakereyên ku Ocalan jî di nav de be careke din destpêbikin.

    DEMÎRTAŞ: 'POLÎTÎKAYA DERVE BÊPRENSÎBÎ NABE'

    Piştî xwendina daxuyaniya hevbeş Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş pirsên rojnamegeran bersivand. Demirtaş diyar kir ku li Tirkiyê di sîstema hiqûqê ya navxwe de prosedura qeyûman ji bo şeradariyan nîne. Demirtaş ji bo têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsya û Îsraîlê de got; "Bingehê van peymanan ne li hemberî kurdan e. Em ne li hemberî wî tiştîne ku têkilî bi cîhana derve re werin çêkirin. Lê polîtîkaya derve li ser bêprensîbî nayê avakirin. Ev têkilî di carekê de rast nabin, şikestin gelek cidî çêbûne."

    'BILA DAYIKÊN TIRK DESTÊN XWE BIDIN DAYIKÊN KURD'

    Hevserokê HDPê li ser gotûbêjen di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de wiha axivî: "İhtimala gotûbêjan xuya nabe ku di demeke kurt de destpêbikin. Hemû derî hatine girtin. Em li xakên wisa dijîn ku li cîhanê herî zêde bi xwînê hatine avdan. Her ku kî ji vê çuyinê gilîxwaz be bila denge xwe bilind bike. Li Behra Reş, li Egeyê, li Anatolya Navîn heke ku îtirazek wan li hemberî vî tişTî heme bila mirov dengên xwe bilind bikin. Bila dest bidin me û bibejin ku em aştiyê dixwazin. Çawa ku dayikên kurd ewqas ji bo aştiyê li kolanan bin, bila dayikên tirk, dayikên polis û leşkeran jî derkevin û îtiraz bikin. Wê demê dê welat ronaktir bibe. Hevdîtinên Sûriyê, Rûsyayê, Misrê li Tirkiyê nabe ber bi aştiya navxweyî."

    Bi heman mijarî:

    ‘2 hezar cerdevan beşdarî operasyona Licê dibin'
    Li Gimgimê operasyona leşkerî
    Amadehiyên operasyona şer: Li 39 gundên navçeyê derketina derve hat qedexekirin
    Şaredarê DBPê yê Dihê ji erka xwe hat kirin
    Li 3 bajaran operasyonên siyasî hatin kirin
    Etîketan:
    qeyûm, HDK, KCD, DBP, HDP, Tuncer Bakirhan, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Leyla Guven, Hatip Dicle, Selahattin Demirtaş, Licê, Nisêbîn, cizîr, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de