04:32 21 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: DAIŞ ketiye nav saziyên dewletê

    © Foto: HDP
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hevserokê HDPê Demirtaş derbarê êrîşa li ser Balafirxaneya Ataturkê de axivî û got; "DAIŞ ketiye nava saziyên dewletê. Di (Wezaret û Miduriyeta) Perwerdeya Milî de heye, di Miduriyeta Tenduristiyê de heye. Di balafirxaneyan de heye. Bi xweşbîniya AKPê re, ketin nav dewletê."

    Stenbol — Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Stenbolê beşdarî xwarina fitarê ya partiya xwe bû. Di bernameya fitarê de Demirtaş derbarê êrîşa li ser Balafirxaneya Ataturkê de nirxandin kir. Selahattin Demirtaş ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û derbarê DAIŞê de hin îdia anî ziman.

    Hevserokê HDPê got: "DAIŞ ketiye nava saziyên dewletê. Di (Wezaret û Miduriyeta) Perwerdeya Milî de heye, di Miduriyeta Tenduristiyê de heye. Di balafirxaneyan de heye. Bi xweşbîniya AKPê re, ketin nava dewletê. Kengî bixwazin dikarin qetlîamê çêbikin. Ev hişyariya min ji bo serokwezîr e. Bi salane we got ku ‘Em DAIŞê bikar tînin' lê DAIŞ we bikar tîne. We bingeh ji bo wî tiştî çêkir ku komên terorê li welêt qetlîaman çêbikin. DAIŞa ku we wê bi sala bikar anî ketiye nava Tirkiyê, li Qeyseriyê û Meletiyê bi cî bûne."

    'MITÊ HIŞYARÎ DAYE'

    Demirtaş ew agahî bibîr xist ku dihate gotin MITê beriya 20 rojan ji bo êrîşa Balafirxaneya Ataturkê hişyarî daye û wiha berdewam kir: "Hatiye gotin ku ji Balafirxaneya Ataturkê dûr bikevin. DYAyê gotiye, NATOyê civînên xwe betal kiriye. Ev zilamana 20 rojin keşfê dikin. Heke ku hûn li derdora balafirxaneyê 3 tûran bavêjin hûnê demildest bên girtin. Lê ev, 3 kesbin, 5 kesbin an 7 kesbin, hejmara wan çend be êdî, gelekî bi hêsanî digerin û qetlîaman pêk tînin."

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta Kurdistanê êrişa Balafirxaneya Ataturkê şermezar kir
    PKKê li ser teqînên balafirxaneya Ataturkê daxuyanî da: "Em red dikin"
    Salih Muslîm teqînên Balafirxaneya Ataturkê şermezer kir
    Li balafirgeha Ataturkê êriş: 41 mirî herî kêm 239 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    êrîş, DAIŞ, HDP, Selahattin Demirtaş, Qeyserî, Meletî, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de