01:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Ursula von der Leyen

    Wezîra Berevaniya Almanyayê roja înê serdana Încîrlikê dike

    © AFP 2017/ THIERRY CHARLIER
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Wezîra Berevaniya Almanyayê von der Leyen wê roja înê serdana Baregeha Încîrlikê bike. Rayedarên Tirkiyê demeke berê serdana hin rayedarên Almanyayê asteng kiribûn. Li ser vê astengkirinê Leyenê biryar girtibû serdana baregehê bike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya beşa tirkî ya DWyê, Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen duh derbarê serdana Baregeha Încîrlikê de agahî da ku mijara serdanê di navbera hikûmeta Alman û Tirk de bibû sedema krîzê. Wezîra almanî diyar kir ku wê roja înê serdana Baregehê bike.

    Von der Leyenê roja çarşemê bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik re bi rêya telefonê hevdîtine kir û derbarê êrîşa Balafirxaneya Ataturkê de sersaxî xwest. Von der Leyenê got ku ew di têkoşîna dijterorê de li gel Tirkiyê ne.

    Li Baregeha Încîrlikê nêzîkî 240 leşkerên almanî hene. Leşker di çarçoveya operasyonên esmanî yên li hemberî DAIŞê de alîkariya teknîkî didin jetên Tornado yên keşfê dikin. Wezîra almanî dixwaze bi vê serdanê ji bo serdana parlamenterên almanî bibe navbeynkar.

    Von der Leyenê herî dawî di meha rêbendanê de serdana Baregeha Încîrlikê kiribû û di dema serdanê de 20 rojnamegerên almanî jî çibûn. Lê di serdana roja înê de rojnameger cî nagirin.

    Bi heman mijarî:

    “Aloziyên Tirkiye û Amerîkayê kûrtir dibin”- “Baregeha Încîrlikê tê girtin”
    Tirkiyeyê ji bo baregeha Încîrlîkê rest ji Almanyayê re kişand
    Balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê xistin, ji baregeha Încîrlîkê rabûn
    Etîketan:
    serdan, Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê, Fikri Işik, Ursula von der Leyen, Edene, baregeha Încîrlikê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de