09:36 24 Îlon 2017
Zindî
    Turîst

    Rûsya: Ji bo ewlehiya geştyarên Rûsî em ji Tirkiyeyê bergiriyên berfireh dipên

    © Foto: AA/ Yunus İÇEN
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ji bo ewlehiya geştyarên Rûsî em ji Tirkiyeyê bergiriyên berfireh dipên.

    Moskova — Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku “aliyê Rûs amade ye ku bi Trikiyeyê re peywendiyên xwe yên tûrîzmê bi tevahî ji nû ve bide destpêkirin.”

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku “ji aliyê din ve em ji rayedarên Tirkiyeyê dipên ku ji bo ewlehiya hemwelatiyên Rûsyayê yên ku ji bo geştyariyê diçin Tirkiyeyê, bergiriyên hîn berfireh bigirin. Lê operatorên geştê û geştyarên Rûsî jî gava ku çûna xwe ya ji bo Tirkiyeyê plan dikin, divê bi berpirsyar tev bigerin û gava ku bi awayekî bêalî lê were nêrîn divê tehdîda terorê ya ku hîn li vî welatî heye, bigirin berçavan."

    BALYOZÊ RÛS KARLOV: LI ANTALYAYÊ ÇALAKIYÊN TERORÊ HÎÇ PÊK NAYÊN

    Di vê navberê de Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov pirsên rojnamegeran bersivand û got "tê xuya ku aliyê Tirk ji bo pêkanîna ewlehiya geştyarên Rûsî amade ye ku hemû bergiriyên pêwîst bigire." Herwiha Karlov anî ziman ku "gava ku hûn li êrîşên terorê yên li vî welatî (Tirkiye) pêk tên dinerin, hûn dibînin ku li Antalya ya ku geştyarên me diçinê, qet çalakiyên terorê pêk nayên."

    Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûs piştî peywirdarkirina hikumetê hat ku ev peywirdarkirina ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve ji bo rakirina sînorên li pêş çûna geştyaran ya ji bo Tirkiyeyê hatibû kirin. Pûtîn va biryara xwe piştî hevdîtina bi telefonê ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî re ku piştî xistina balafira Rûsî cara pêşîn hat kirin, dabû.

    Bi heman mijarî:

    “Rûsya amade ye, bi Tirkiyeyê re şerê terorê bike”
    Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"
    Serokê MPKEyê: "Ne krîza koçberan û ne jî terorîzma navneteweyî bêyî Rûsya çareser nabe"
    Rûsya: Di mijara mueyîdeyan de gava pêşiyê em navêjin
    Etîketan:
    êrîşên terorê, dipên, ewlehî, geşt û geştyar, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Andrey Karlov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de