11:02 26 Gulan 2018
İbrahim Kalin

Serokomarî: Çavûşoglû û Lavrov dê li Soçiyê werin cem hev

© Flickr / AA/ Dilek Mermer
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû û wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê li bajarê Soçî ya Rûsyayê hevdîtinekê bikin.

Enqere — Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Kalin li Enqereyê ji rojnamegeran re axivî û gavên ku Tirkiyeyê ji bo başkirina peywendiyên bi Rûsya û Îsraîlê re avêtin, nirxand.

Kalin ragihand ku Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû yê ku dê li Soçiyê beşdarî Lûtkeya Hevkarî ya Aboriya Behrareş bibe, dê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinekê bike.

Di vê navberê de berdevka rûsî Zaxarova di axaftina xwe ya çapemeniyê de ragihand hê ne diyare ku Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di 1ê Tîrmehê de li bajarê Soçiyê hev bibinin. Lê ji bo hevdîtina her du wezîran xebat didomin

Herwiha Kalin got "sibe saet di 12:00an de Erdogan û Pûtîn dê bi riya telefonê hevdîtinekê bikin û dê pêvajoya ji vê niha şûnde bipeyivin" û anî ziman ku Tirkiye dê politikaya xwe ya Sûriye, Ûkrayna û Qirimê neguherîne û dê bi Rûsyayê re nîqaşa xwe ya di derbarê van herêman de bidomîne.

Berdevk Kalin dest nîşan kir ku "hêviya me ya ji pêvajoya normalîzebûnê ew e ku em di peywendiyên Tirk û Rûs de rûpeleke nû vekin û em bi lez vegerin dema berê 24ê Mijdarê. Em dibînin ku aliyê Rûsyayê jî xwedî nêzîkatiyeke erênî ye. Di demeke kin de îhtîmal heye ku bergirî û qedexeyên heyî li dû hev werin rakirin. Em dipên ku ji vir şûnde di peywendiyên Tirk û Rûs yên borî, bazirganî û enerjî de pêvajoya normalîzebûnê were destpêkirin."

‘LI TIRKIYEYÊ BUROYA HAMASÊ TUNE YE, ÇÛNHATINA RAYEDARAN HEYE'

Di derbarê peywendiyên Trikiye û Îsraîlê de jî Kalin da zanîn ku politikaya Tirkiyeyê ya Filîstînê neguheriye û got "ji bo bicihanîna pêdiviyên gelê Filîstinê û çareseriya du dewletî Tirkiye wê rola xwe bilîze. Di mijara dorpêçkirina Xezzeyê de jî ya girîng ew e ku alîkarî bigihêjin gele Xezzeyê û bi piranî pêşiya vê yekê jî vebû. Em bibînin ka di pratîkê de gihîştina alîkariyan ji bo Xezzeyê dê çawa were meşandin û em hêvî dikin ku Îsraîl ji bo vê yekê roleke erênî biliîze."

Kalin herwiha diyar kir ku li Tirkiyeyê buroya Hamasê tune ye û got "rayedarên Hamasê yên ku tên Stenbolê û diçin, hene. Di mijara têkoşîna li hemberî terorê de jî bi Îsraîlê re lihev hatiye kirin ku xebateke hevpar bimeşînin."

 

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu ji bo Îsraîlê bertek nîşanî Erdogan da: "Ê wiha bi te bidin alastin"
Li Almanyayê giliyê Erdogan û Davutoglu hate kirin: "Sûcê şer kirine"
Serokwezîr: Erdogan û Pûtîn ewê hevdîtinekî pêk bînin
Yekîtiya Turîzma Rûsyayê: "Em bi lêborîna Erdogan gelekî kêfxweş bûn"
Etîketan:
peywendî, hevdîtin, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Serokomariya Tirkiyeyê, Mevlût Çavuşoglu, Îbrahîm Kalin, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye, Qirim, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de