16:31 27 Gulan 2018
İbrahim Kalin

Ji Serokomariya Tirkiyeyê daxuyaniya ‘nameya ji bo Rûsyayê'

© Flickr / AA/ Dilek Mermer
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Serokomariya Trikiyeyê Îbrahîm Kalin di derbarê nameya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de ku ji bo Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nivisîbû, daxuyaniyek da.

Enqere - Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir ku Serokomar Erdogan di nameyê de ku ji bo Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn şandibû, aniye ziman ku ji ber xistina balafirê gelekî xemgîn e û gotiye "dixwazim diyar bikim ku ji bo malbata pîlotê Rûs yê ku jiyana xwe ji dest da sersaxiyê bixwazim û bila li min biborin."

Kalin ragihand ku Erdogan di nameya xwe ya ji bo Pûtîn de bang kiriye ku peywendiyên dostane yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dubare sererast bikin, ji bo çareseriya qeyranên herêmî hevkariyê bikin û li hemberî terorê têkoşîna hevapr bimeşînin.

Herwiha Kalin destnîşan kir ku Tirkiye û Rûsya ji bo pêşxistina peywendiyan di mijara avêtina gavên pêwîst de li hev kirine.

 

Bi heman mijarî:

Li Almanyayê giliyê Erdogan û Davutoglu hate kirin: "Sûcê şer kirine"
Erdogan: Divê em jî bi qasî terorîstan bi rûmet bin
Medyaya civakî daxuyaniya Erdogan ya Îngilîstanê dipeyive
Erdogan: ji bo çi hûn ji El Nusrayê re dibêjin rêxistina terorê?
Etîketan:
lêborîn, name, daxuyanî, Serokomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalin, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayîp Erdogan, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de