08:58 21 Nîsan 2018
    Alparslan Çelik

    Alparslan Çelik serbest hate berdan

    © Foto : DHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alparslan Çelik ê ku ji ber kuştina pîlotê rûsî derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin tev li 7 bersûcên din ên girtî serbest hatin berdan.

    Îzmîr — Yekemîn doza derbarê kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov ê ku di Mijdara 2015ê de li Çiyayê Kurmênc, ji hêla Tirkiyê balafira wî hatibû xistin, li Îzmîrê lidar ket. Peşkov dema ku balafira wî hatibû xistin, bi paraşûtê xwe avêtibû xwarê û hatibû kiştin. Alparslan Çelik gotibû ku wî pîlotê rûsî kuştiye. Çelik û 17 kesên girtî di dozê de amade bûn.

    BIRYARA QEDEXEYA WEŞANÊ

    Di çarçoveya dozê de îfadeya 7 bersûcên girtî hate standin. Li gorî parêzerê Çelik, Murat Ustundag daye dadgehê biryara qedexeya weşanê girt.

    ‘DEMA KU NAVBERÊ BIDINÊ EW DIKARIN ÇAPEMENIYA RÛSÎ BIGIRIN SALONÊ'

    Rayedarekî dadgehê ji Sputnikê re axivî û got ku, "Salon gelekî biçûk e, kesên ku dixwazin beşdarî dozê bibin gelek in, lê cî biçûk e. Dema ku navberê bidinê ew dikarin çapemeniya rûsî bigirin salonê."

    ‘DEWLET DIZANE KU EM LI SÛRIYÊ BEŞDARÎ PEVÇÛNAN DIBIN'

    Ji bo piştgiriya bersûcan hin rayedarên MHPa Îzmîrê û mirovên bersûcan hatin edlîyeyê. Bersûcan diyarkirin ku dewlet dizane ew li Sûriyê beşdarî pevçûnan dibin û ji ber wê jî neheqiye ku bi hinceta hebûna çekên şer bên darizandin.

    Dadgehê biryar girt ku hemû bersûc bên berdan. Duyemîn rûniştina dozê dê di 4ê Mijdara 2016ê de çêbibe.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya weşanê hat ser doza Alparslan Çelik
    Rûsya: "Berpirsên tirk bi zanebûn Alparslan Çelik serbest berdan"
    Dozvekirina Alparslan Çelik têkiliyên Enqere û Moskovayê rast nake
    Di doza Alparslan Çelîk de ti biryar derneket
    Balyozê Rûsyayê: Parastina Alparslan Çelîk negihişt destên me
    Etîketan:
    pîlotê rûsî, Sputnik, Murat Ustundag, Oleg Peşkov, Alparslan Çelik, İzmir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de