02:53 18 Çile 2018
Zindî
    Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê welêt  Ahmet Davutoglu

    Li Almanyayê giliyê Erdogan û Davutoglu hate kirin: "Sûcê şer kirine"

    © AFP 2018/ Kayhan Özer
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Almanyayê parlamenterên federal, hiquqnas, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û akademisyenan, daxwaznameyek ji 200 rûpelî pêk dihat radestî Dozgeriya Federal a Karlsrhueyê kirin û bi hincite ‘sûcê şer kiriye' û ‘mafên mirova binpêkiriye' giliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin.

    Berlîn — Derbarê mijarê de li Berlînê civîneke çapemeniyê hate li dar xistin ku Serokê Lijneya Rêvebiriya Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navdewletî (MAF-DAD) hiqûqnas Heike Geisweid, hiqûqnas Britta Eder, Petra Dervishaj, Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û ji Baroya Stenbolê parêzer Ercan Kanar beşdar bûn. Di civîna çapemeniyê de hate aşkere kirin ku derbarê Erdogan û hin nûnerên berpirst ên hikûmetê û wezîran de bi hinceta ku ‘sûcê şer û yên li hemberî mirovan' kirine daxwazname pêşkeşê Dozgeriya Federal kirine.

    Li gorî daxuyaniya ku civînê de hayite dayin şahidên bûyerê:

    — Paryamenterê HDPê Faysal Sariyildiz

    — Xizmê Eşref Erdîn Serdan Erdin ku li Cizîrê hatibû kiştin

    — Birayê Berjîn Demirkaya Hasan Demirkaya ku li Cizîrê hatibû kiştin

    HIN KESÊN KU GILÎ KİRİNE:

    — Serokê Komeleya Lijneya Rêvebiriya Komeleya Demokrasî û Hiqûq a Navdewletî (MAF-DAD) hiqûqnas Heike Geisweid

    — Rojnameger û dîroknas Dierk-Eckhard Becker

    — Mamosteyê Zanîngeha Aalborgê Prof. Susi Meret

    — Mamosteyê Zanîngeha Gothenburgê Dr. Cordelia Hess

    — Parlamenterê Parlamena Ewropayayê yê Partiya Çep Andrej Hunko

    — Parlamenterê Federal Harald Weinberg

    — Parlamentera Federal Ulla Jelpke

    — Parlamentê Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer

    — Parlamenterê Federal Inge Höger

    — Parlamenterê Eyaleta Hamburgê Inge hannemann

    — Şêwirmenda hikûmeta eyaleta Nürnbergê Maria Padua

    — Hiqûqnas û Sosyolog Dejan Lazie

    — Hunermend Konstantin Wecker

    — Hunermend Esther Bejarano

    — Parêzer Sigrid Töpfer

    — Parêzer Ralph Monner

    — Parêzer Petra Isabel Schlagenhauf

    — Parêzer Martin Lemke

    — Parêzer Lisa Lührs

    DERHEQÊ KÊ DE GILÎ HATIYE KIRIN?

    Kesên ku derheqê wan de gilî hatine kirin ev in: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê kevin Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, Wezîrê berê yê Berevaniyê Ismet Yilmaz û Mehmet Vecdi Gonul, Serfermandar Hulusi Akar, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Salih Zeki Çolak, Serokê Tevgera Fermandariya Hêzên Bejayî Tumgeneral Mehmet Okkan, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Galip Mendi, Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Huduti, Fermandarê Kolorduyê Îbrahîm Yilmaz, Fermandarê Cenderme yê Herêma Amedê Musa Çitil, Fermandarê Tumena Sînor ê Şirnexê Abdullah Baysar, Fermandarê Tugayê yê Komandoyên Cenderme yê Şirnexê Ali Osman Gurcan, Fermandarê Cenderme yê Şirnexê Albay Mustafa Şakaoglu, Midurê Asayişa Şirnexê Celal Sel, Midurê Asayişa Cizîrê Omer Faruk Karakaş, Waliyê Şirnexê Ali İhsan Su, Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur, Dozgerê Komarî yê Cizîrê Cuma Çoban, Midurê Giştî yê Asayişê Celalettin Lekesiz û Serokê Beşa Tîmen Taybet Turan Aksoy.

    Parêzer Britta Eder û Petra Dervishaj di civîna çapemeniyê de derbarê sedemên gilîkirinê de ev agahî dan:

    ‘MIJARA BINGEHÎN A GILÎKİRİNÊ BÛYERÊN CİZÎR Û ŞİRNEXÊ NE'

    "Gelek şahidên bûyerê, yek bi yek şexis, rêxistinên navdewletî, saziyên sivîl, bijîşk, zanyar û yên din bi taybetî li gor tiştên li Cizîrê qewimîne, di çarçoveya Yaseya Ceza ya Almanyayê (Cölkerstrafgesetzbuch-VStGB) mi gilîyên wan li cem dozgeriyê kir. Mijara bingehên ya gilîkirinê bûyerên li Şirnex û Cizîrê ne. Di navbera 4 û 11ê îlonê de di pevçûnan de 21 sivîl hatine kuştin. Di daxwaznameya gilîkirinê de tevahiya materyalên ku şahidên bûyerê dane cî digirin. Li Cizîrê de 3 jêrzemînên cüda de 178 sivîl bi zanebûn hatine kuştin. Piştî bûyerê astengî li ber alîkariya tibî, çûna parlamenter û malbatên wan kesan, Rêxistina Afûyê ya Navdewletî, saziyên sivîl û telefona bêrîkan hatine derxistin, bizanebûn pêşî li ambulansên serwîsa bilez û çûna nexweşxaneyê hatiye girtin. Herweha li gorî agahiyên şahidên bûyerê, hêzên asayişe benzin bera jêrzemînê dane û ew der xewitandine, ev jî di daxwaznameyê de cî digire. Dîsa li gorî îfadeyên şahidan çekên giran hatine bikar anîn û ceset hatine şewitandin".

    ‘DIKARE HETA DADGEHA CEZA YA NAVDEWLETÎ YA LAHEYÊ JÎ BIÇE'

    Parlamenterê kevn yê Partiya Keskên Alman û hiqûqnas Memet Kiliç, aliyê hiqûqî yê gilîkirinê wiha şîrove kir:

    "Hebûna parêzbendiya siyasî sûc ji holê ranake. Ev gilîkirin dibe ku biçe heta Dadgeha Ceza ya Navdewletê ya Laheyê biçe. Ji ber ku di hiqûqa tirk de di navbera bêberpirsiyariya serokomar û parêzbendiya wî de cudahî heye. Serokomar li Tirkiyê tenê dikare ji ber sûcê ixaneta welêt bê sûcdarkirin. Yanî heke ku derbarê wezîfeya xwe de sûc kiribe ev wî ji berpirsiyariyê rizgar nake (Destûra Bingehîn a Tirkiyê xala 105ê). Herçiqas ku parêzbendiya wî hebe jî di nava demê de nehatibê lêpirsîn nayê wateya ku wê neyê lêpirsînkirin."

    Bi heman mijarî:

    NY: Dewleta Tirk li Cizîrê zêdetirî 100 kesî şewitandin
    HDPê rapora Cizîrê bi dîmenan parve kir
    Sariyildiz: ‘Berpirsyarê qetliyama li Cizîrê Erdogan e'
    Neteweyên Yekbûyî: ‘Rapora Cizîrê gihîşt destên me'
    'Bûyera Cizîrê kete nav sicîla dewletê'
    Etîketan:
    gilî, dadgeh, Lijneya Rêvebiriya Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navdewletî (MAF-DAD), HDP, Faysal Sariyildiz, Ahmet Davutoglu, Recep Tayyip Erdogan, Berlîn, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de