23:10 25 Gulan 2018
Serokê Komîteya Avrasyayê yê Desteya Kar ya Tirk û Dinyayê (DTİK) Ali Galip Savaşir

Savaşir ji bo têkiliya Îsraîl û Tirkiyê: "Hêvîdarim ku têkiliya rûs û tirkan jî baş bibe"

© Sputnik / Fuad Safarov
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Avrasyayê yê Desteya Kar ya Tirk û Dinyayê (DTİK) Ali Galip Savaşir piştî ku têkiliya Îsraîlê û Tirkiyê normalîze bû got ku; "Xelefa wê li serê têkiliya Rûsyayê û Tirkiyê ye be. Daxwaza me ew e ku pêvajoya normalîzebûna têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê jî dest pê bike."

Navenda Nûçeyan — Savaşir ji Sputnikê re axivî û got ku; "Di navbera dewletan de, bi taybetî jî di navbera welatên cîran de çêbûna têkiliyên baş û yên aştiyane, ciyê kêfxweşiyeke gelekî baş e. Ya rastî tiştê rast jî ev e. Helbet, weke rêxistinên civaka sivîl û cihana kar daxwaz û bendewariyên me yên herî jidil ew e ku pêvajoya narmolîzebûna têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dest pê bike. Her du alî hêdî hêdî vê daxwaza xwe tînin ziman. Ez hêvî dikim ku gavên berbiçav di demeke pêwîst de bên avêtin. Car caran civaka tirk detayan baş nizane, li pêşketinan dinêre û difikire ku her tişt normal dibin. Weke saziyên civaka medenî û cihana kar berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milen me. Niha têkiliya me bi hempîşeyên me yên rûsî re gelekî baş in."

Savaşir diyar kir ku, ew hêvî dike têkiliyên baş ên di navbera saziyên sivîl de ji bo rayedarên dewletan jî bibin mînak.

Bi heman mijarî:

Tirkiya û Îsraîl li hev kirin
Li Mizgefta Fatîhê ji ber têkiliyên bi Îsraîlê re hikûmet hate protesto kirin
Balyozê Rûsyayê Karlov beşdarî fitara Yildirim nabe
Netanyahu: "Abluqeya Xezzeyê wê bidome"
Netanyahu derbarê peymana bi Tirkiyê re daxuyanî da
Etîketan:
têkiliyên dewletan, hevdîtin, Komîteya Avrasyayê yê Desteya Kar ya Tirk û Dinyayê (DTİK), Ali Galip Savaşir, Tirkiye, Rûsya, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de